Ji Mala Piştgiriyê serkeftina mezin
Ji Mala Piştgiriyê ya hate girtin serkeftina mezin
Xwendekarên li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Zana ya Şaredariya Dêrîkê ya ji aliyê Qeymeqamê Dêrîkê ve hate girtin serkeftineke mezin bi dest xistin.
Xwendekarên li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Zana ya Şaredariya Dêrîkê ya ji aliyê Qeymeqamê Dêrîkê ve hate girtin perwerdehî dîtin serkeftineke mezin bi dest xistin. Ligel mala perwerdehiyê ya ku di sala 2010'an de di bin banê Şaredariya Dêrîkê de hate vekirin, hate girtin zêdehî 50 xwendekar li lîseyên Anadolu û tendurîstiyê bi cih bûn. 5 xwendekarên mala perwerdehiyê jî li zanîngehên cuda bi cih bûn. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî diyar kir ku serkeftina bi dest hate xistin gelek watedar e. Ozbahçecî, anî ziman ku wan raman şaredariya klasîk ji holê rakirin û ramana şaredariya civakî û demokratîk pêk anîn û wiha got: "Di vê armancê de hemû astengiyên dikevin pêşiya me em ji holê radikin û xebatên xwe beralî dikin."
(bd)