Ji malbatên 30 zarokan 500 hezar TL cezaya pereyan
Konsepta Nû: Ji malbatên 30 zarokan 500 hezar TL cezaya pereyan
FERHAT ARSLAN Wezareta Karên Hundir, derbarî zarokên kurd ên ku hatine binçavkirin, girtin, beraat kirîn, girtî tên darizandin de îmze avêt bin skandaleke din. Malbatên 30 zarokên ku di dîrokên cûda de hatibûn binçavkirin, serî li ÎHD'ê ya Mêrsînê dan û da zanîn ku cezayên pereyan li wan hatiye birîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê AlîTanriverdî, diyar kir ku bi tevahî 500 hezar TL cezayê pereyan li malbatên ku serî li wan daye hatiye birîn û li gorî tehmîna me ev hejmar dê zêde bibe. Tanriverdi, balkişand ser dijhuquqiya van cezayan û diyar kir ku gelek sosretên di dayîna cezayan de hatiye jiyîn. Tanriverdî wiha got: "Em niha di meha Nîsanê de ne, lê derbarê zarokekî de ji ber ku di dîroka 15'ê Kanûnê ya sala 2012'an beşdarî çalakiyekî bûye, ceza hatiye dayîn. Ev yek tenê skandalê radixîne ber çavan."
Malbatên ku zarokên wan bi angaşta beşdarî çalakî û bûyeran bûne, hatine binçavkirin, girtin û derbarî wan de doz hatiye vekirin, bi pêkanînekî skandal rû bi rû man. Malbatên ku li Mêrsînê dijîn, tevî zarokên xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dan û alîkariyê xwestin. Malbatên 30 zarokên ku di dîrokên cûda de hatibûn binçavkirin, girtin, doz lê hatine vekirin, bi cezayên pereyan ên astronomîk, têne cezakirin. Malbatan diyar kirin ku Wezareta Karên Hundir, ji ber zarokên wan cezayê pereyan li wan biriye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Alî Tanriverdî, diyar kir ku wekî zext û şantajê pere li malbatan hatiye birîn û di nava salekê de zext, şîdet û binçavkirina li hemberî zarokên kurd ên li herêma Çukurovayê dijîn, zêde bûne.
Tanriverdî, bilêv kir ku ev rastî di bûyera Girtîgeha Pozantiyê derketiye holê û wiha got: " Ev wehşet li ber çavê civakê hate raxistin. Di rojên dawî de bi talîmata Wezareta Karê Hundir ku şandiye Walitiya Mêrsînê, ji malbatan bi angaşta zarokên wan 'zirar daye malên dewletê' cezayên pereyan ên pir zêde têne birîn. Heke malbat ev pereyan nede dê bi riya destdanînê (îcra) ev pere ji malbatan bê girtin. Ev pêkanîn li ser zarok û malbatan zilmekî pir mezin e. Her wiha di hin dozên ku hatibû vekirin de biryara beraatê hatibû dayîn. Cendan jî hîn lêpirsîna wan didome. Di destpêkê de ev zorak wekî sucdar têne îlankirin û li ser malbata wan de pêkanînê dewisandinê tê meşandin. Pereyên ku malbat nikaribin bidin tê xwestin."
'Pêşîlêvekirina Zarokên Kurd a nû!'
Tanriverdî, anî ziman ku heta niha 30 malbat serî li wan daye û li 30 malbatan bi tevahî 500 hezar TL cezayê pereyan hatiye birîn û ev yek derveyî hûqûqê ye. Tanriverdî, bilêv kir ku ew bawer dikin ku ev hejmar hîn jî zêde ye û ji ber ku hejmara zarokên ku di vî rewşê de ne pir in û wiha got " Em vê yekî wekî polîtîkayekî nû ya tirsandinê ya AKP'ê dibînin. Ji xwe rewşa aboriyê ya malbatan ne baş e. Malbat hîn nikarin heqê parêzer û lêçûnên darizandinê bide, niha jî bi cezayekî wiha rû bi rû ma ye. Em bang li hemû kesên bihestiyar dikin ku têkilî pirsgirêkên malbatan bibin û bang bikin ku zarok bên berdan. Nemaze li Mêrsînê divê ev yek wekî pêkanînekî çavtirsandin, şikandina vînê ya li ser zarok û malbatan bê dîtin."
Hîn bûyer pêk nehatiye lê cezayê wê hatiye birîn
Tanriverdî, derbirî ku ji aliyê Miduriyeta Muhakematê ya Defterdarî ya Walîtiya Mêrsînê li malbatan bi awayekî bêcidî cezayên pereyan hatiye birîn û ji zarokekî ku bi angaşta beşdarî çalakiya di pêşerojê de bûye, ceza hatiye birîn. Tanriverdi wiha berdewam kir: "Di dema ceza dayînê de jî bêcîdîbûn xuya dibe. Mînak li zarokekî bi navê M.B. belgeyek hatiye û lê nivisiye ku "Ji ber ku di roja 15.12.2012'an de li wesatiyên zirxî ya marqaya otokar a xwedî plakaya 33 A 0852 û 33 A 0903 a Miduriyeta Ewlehiya Mêrsînê ye, 2 hezar û 590 TL zirar hatiye dayîn 2 hezar û 590 TL deynê we li xezîneyê heye." Niha li belgeyê de behsa 15'ê Kanûnê 2012'an tê kirin. Lê em niha di meha Nîsanê de ne. Yanî hîn ev yek nehatiye jiyîn, ew dîrok nehatiye. Lê ji ber bûyerekî hîn pêknehatiye de cezayê pereyan hatiye birîn. Ev yek bi rastî jî diyar dike ku ev cezayên ku hatine dayîn çiqasî kêfî ye û bêcidî ye."
Bavê zarokê bi navê M.B. Şukru Bugday jî diyar kir ku ne mimkun e ku zarokê wî di demekî ku hîn nehatiye de beşdarî bûyerekî bibe û bertekên xwe wiha anîn ziman: "Kurê min roja newrozê hate binçavkirin. Derket pêşberî dadgeh û ji ber ku sucê wî tunebû hate berdan. Lê niha ji Miduriyeta Muhakemat a Defterdarî ya Walîtiya Mêrsînê belgeya cezayên pereyan hatiye. Di wir de wekî wekî kurê min beşdarî çalakiyekî di pêşerojê bûye û kevir avêtiye wesayîta dewletê û zirar daye ceza didin kurê min. Hêvî dikim ku dê ev xeletiyên xwe bibînin û ev cezayê paş da bigirin."
'Ji malbatê cezayê 100 hezar TL'
Ji aliyê din li malbata zarokê bi navê M.K. bi angaşta 'zirar daye malê dewletê' 100 hezar TL cezayê pereyan hatiye birîn. Bavê M.K. Reşît Kutlu, serî li ÎHD'ê da û alîkariya hiqûqî xwest. Kutlu diyar kir ku hêza wî ya dayîna 100 hezar TL tune ye û wiha got: " Rewşa min tune ye ku ez vî cezayê bidim. Ji xwe kurê min ceza jî negirtiye. Ez nizanim ev qas ceza didin."
Bavê zarokê bi navê R.U. Omer Uca jî ji ber 13 hezar TL ê ku lê hatiye birîn serî li ÎHD'ê da.
(ab/mae)