Ji MEGAM-DER’ê kampayaya pirtûkan
11:02 13.01.2014 1 / 2 AMED (DÎHA) - Komeleya Navenda Lêgerînê ya Ciwanan a Mezopotamyayê (MEGAM-DER) li Amedê bi aktivîteyên xwe yên çandî û civakî de balê dikişîne ser xwe. Xebatkarên komeleyê niha jî li gundê Reşika ya Farqîna Amedê ji bo pirtûkxaneya ku bê vekirin kampanyaya pirtûkan dan dest pê kirin
Komeleya Navenda Lêgerînê ya Ciwanan a Mezopotamyayê (MEGAM-DER) li Amedê wekî navenda çand û aktîvîteya civakî ya alternatîf ku xebatên xwe bi rê ve dibe, mohra xwe li xebatên balkêş jî dide. Komeleya ku berî niha bi 3 salan hat damezirandin bi komên tenduristî, veterîner û jinan li navenda Amedê, navçe û gundên wê xebatên ji bo gel pêş dixe. Komele ku hewl dide çanda komunal bi cih bike. Komele niha jî bi xebatkarên xwe yên dilxwaz kampanyaya pirtûkan daye dest pê kirin. Xebatkarên MEGAM-DER’ê niha jî hewl didin ku li gundê Reşika ya Farqîna Amedê pirtûkxaneyeke vekin û ji niha ve ji bo wê kampanyaya pirtûkan dane dest pê kirin.
Xebata li gundan
Yek ji xebatkarê MEGAM-DER’ê Sevcan Yaray têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku xebatên wan yên çandî û civakî ya li gundan didome û wiha got: “Xebatên me yên çandî ji aliyê gundiyên derdorê gundên Farqînê ve rastî eleqeyekê baş tê.” Yaray diyar kir ku armanca ew e ku hêj bêtir jin û ciwan pirtûkan bixwînin. Yaray diyar kir ku ew dixwazin bi vê xebatê xwe jin û ciwanan ji polîtîkayên qirêj a dewletê rizgar bikin. Yaray diyar kir ku ew hewl didin ku li gundê Reşika ya Farqîna Amedê pirtûkxaneyekê vekin û wiha daw li axaftina xwe anî: “Li gundê Reşika dibistanekê vala heye em dixwazin ku em ew têxin pirtûkxane ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin ku Şaredariya Farqînê piştgiriyê bide me. Heta niha ji bo pirtûkxaneya ku em vebikin me 300 pirtûk berhev kiriye û em daxwaz dikin ku ev hejmar bi alîkariyê hêj bêtir zêdetir bibe.”
(aw/mae)