Ji mewziya berxwedanê
Li wan nuqteyên kontrolê yên li nêzî Gundê Fîsê hatin avakirin, li binê ezmanê şîn niha alên KCK, PKK û wêneyên Abdullah Ocalan li ba ne
RÛKEN ADALI - LICE 11.06.2014 07:00:00 Gundê Fîsê, ku beriya 36 salan di 27'ê Mijdara sala 1978'an de PKK'ê bi kongreya xwe ya yekemîn re lê hat damezrandin, êdî nîne. Lê belê li ser rêya li ber mala kongre lê civiya, ciwanên dane dû nêrîn û çalakiya PKK'ê dimeşin.
Dewletê tola xwe ji Gundê Fîsê girt, şewitand, hilweşand, vala kir. Lê belê hêrsa bindestan careke din bi ser ket û tola dewletê rastî tevgereke mezin a gel hat.
Li wan nuqteyên kontrolê yên li nêzî Gundê Fîsê hatin avakirin, li binê ezmanê şîn niha alên KCK, PKK û wêneyên Abdullah Ocalan li ba ne.
Ciwanên ku xezeba dewletê qet li wan kêm nebû, rûyê xwe girtine, li ber nivîsên "KCK Asayîş" kontrola rê dikin. Ev kontrol ji bo gelê herêmê veguheriye pêkanîneke rûtîn û asayî.
Bi giranî ji wesayîtan nîşaneya serketinê tê kirin yan jî dengê "serketin" tê bihîstin. Ciwan li otobus û mînîbusan siwar dibin û ji rêwiyan er sedema hebûna xwe ya li wê derê vedibêjin, ji bo berxwedana xwe piştgiriyê dixwazin.
Hema bêje ji tevahiya wesayîtan re destûr tê dayîn ku derbas bibin. Yek ji ciwanên ku ji ANF'ê re axivî dibêje, "Rê vê gavê vekirî ye. Lê belê me tevahiya qadekê xistin bin kontrolê."
'JI BO EM TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKIN EM LI VIR IN'
Berxwedanê ciwan dide zanîn ku tevî hemû êrîşên dewletê jî ev 19 roj in wan nuqteya kontrolê ranekirine û dibêje, "Em li dij in ku li herêmê bendav û kalekol/qereqol bên çê kirin. Gelê me hem li dijî çêkirina bendav û qereqolan, hem jî ji bo rêveçûna pêvajoya Rêbertiya me daye destpêkirin, herikî kolanan. Me jî, ji bo tevkariyê li vê pêvajoyê bikin, ji bo dengê xwe bidin bihîstin, me li ser rêyan nuqteyên kontrolê danîn."
Ciwan, komkujiya êvara Şemiyê 7'ê Hezîranê bibîr xist û got, "Xwestin vîna gel bişkînin. Lê nekarî bi ser bikevin." Çalakger gotina "planên me yên B û C hene" yên Erdogan jî bibîr xist û got, "Her kesî bi komkujiya li Liceyê re dît ku ev plan çi ne."
'BILA HER KES BEŞDARÎ VÊ BERXWEDANÊ BIBE'
Berxwedêrên ciwan ku jin jî di nav wan de hene, di meşandina çalakiyê de biryardar in: "Heta ku çêkirina bendav û qereqolan neyê rawestandin, ya herî girîng jî heta Rêber Apo azad nebe emê vê berxwedana xwe bi dawî nekin. Sekna gelê me li ser van esasane. Em bang li tevahiya ciwanan tevahiya gelê xwe dikin; bila her kes beşdarî vê berxwedanê bibin, destekê bidin, hem li vir hem jî li qadên lê ne piştgiriyê bidin berxwedanê."
Hikûmet û medyaya AKP'ê, ku berxwedana gelê Kurd a ji 7 heta 70 salî di berdêla dayîna canê xwe de li hemberî çêkirina qereqol û kalekolan derdikeve, ji bo manîple bike serî li her rê û rêbazê didin. Di serê vî karî de jî derewa "Dewlet dixwaze pêşî li bazirganiya narkotîkê bigire. BDP vê naxwaze" cih digirin. Çi bêjin bila bêjin, nikarin rastiyê veşêrin. Her wiha gotineke ciwanekî ya "Me li ve derê di wesayîtekê de narkotîk dîtin û me ew wesayît şewitandin" rastiyê kurteber dike.
Yek ji sengerên berxwedanê jî li pêşberî qereqola Angulê ye. Konên berê hatin vedan, 3 caran ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Berxwedêr niha li binê siya daran e.
LI ERDÊ BI SEDAN KAPSULÊN BOMBEYA GAZÊ
Li qadê tişta destpêkê bala mirovan dikşîne, bi sedan fîşekên bombeya gzê yên li erdê ne. Ji ber fîşekan meşa li qadê jî zehmet e. Gotina "Diyare temamiya bombeyên gazê yên di berxwedana Hezîranê de hatine bikaranîn, li vir di nava rojekê de hatine avêtin" tê hişê min.
Nuqteya duyemîn a balê dikşîne, darên hatine birîn.
Li gorî yek ji çalakgeran, leşkerên ku di rojên bihurî de êrîş kirin û sê caran kon şewitandin, di heman demê de dar jî birîn.
Her yek ji dayikan jî darên hatine birîn nîşan dide, dûre qereqol û kalekolan bibîr dixîne û dibêje, "Binêrin ka welatê me, xwezaya me, mala me xistin çi rewşê. Hûn jî dibînin! Bila her kes vê hovîtiyê bibîne."
Hêza bingehîn a berxwedanê jin û ciwan in.
'JI AŞTIYÊ WÊDETIR EM TIŞTEKÎ NAXWAZIN'
Dayikên ku di vî şerî de ewladê wan jiyana xwe ji dest dane bi israr dibêjin, "Ji bo zarokên me nemirin, em ji bo aştiyê li vir in." Gotina dayika Hanîfe Polat, berxwedana li dijî hemû êrîş û polîtîkayên qirêj ên şerê psîkolojîk kurteber dike: Ji aştiyê wêdetir em tiştekî naxwazin.
Ji bo aştiyê jî ji tu tiştan bawer in; Abdullah Ocalan û gerîla. Bi gotineke din; Bi têkoşîna xwe ya 40 salan bawer in.
Mîna duh îro jî bi ti awayî ji Serokwezîr Erdogan û hikûmeta wî bawer nakin. Hêrsa wan jî, bi komkujiya li Liceyê re hîn bêtir zêde bûye. Bersiva wan a ji bo gotina "Planên me yên B û C" yên Erdogan hevpar e: Ji xwe ev 30 sal in hûn heman planî pêk tînin.
Mijareke din a dayikan hêrs dike jî, çalakiya "Zarokên me PKK'ê revand" a hin malbatên li ber Şaredariya Amedê ye û eleqeya medya serdest a Tirk li vê çalakiyê heye.
'MAFÊ ME JÎ HEYE EM ZAROKÊN XWE JI DEWLETA TIRK BIXWAZIN'
Gotineke dayikekê hest û nêrîna hemûyan kurteber dike: "Ew dayik in, gelo em ne dayik in? Mafê me jî heye ku em zarokên xwe ji dewleta Tirk bixwazin."
Bi gotina gel; li herêma Şehîd Kendal wê 4 kalekol bên çêkirin. Li gorî yek ji çalakgeran, qad qadeke ji 5 kîlometrekareyî ye.
Tevî kalekolan projeya bendavan jî heye. Li qada ber bi bendavê, ji bo rêyên duble yên Erdogan bên çêkirin, qad hatiye vekirin.
Zerara leşkeran dane hawirdorê, dişibe zerara li zozanên Derya Reş ên ji bo projeyên HES'ê. Tevî vê komkujiya ekolojîk a li Kurdistanê, navgîneke din a êrîşkirina qadên gerîla, bendav e.
Diyare ku gelê Kurd li dijî qereqol, kalekol û her pêkanînên dewletê yên pêşî li pêvajoya aştiyê digirin, bi biyar e li ber xwe bide.
Ji hikûmeta AKP'ê dixwazin dawî li van projeyan bîne û ji bo aştiyê gavan biavêje. Her wiha peyameke wan ji gelê Tirk re jî heye: Ji bo jiyaneke bi hev re ya Tirk û Kurdan, ji bo aştiyê em li vir li ber xwe didin.