1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji mirinê berê xwe didin mirinê, çîrokên penaberan
Ji mirinê berê xwe didin mirinê, çîrokên penaberan,ji,mirinê,berê,xwe,didin,mirinê,çîrokên,penaberan

Ji mirinê berê xwe didin mirinê, çîrokên penaberan

A+ A-


RÛKEN BERΠ –DILSOZ DILDAR

HESEKÊ– Penaberên Îraqê zehmetiya jiyanî ji ber çeteyan jiyan kirin, tu rê ji bilî revê li pêşiya xwe ne dîtin. DI nava hemû zehmetiyan de reviyan û xwe ji çeteyan rizgar kirin. Lê rev û penaberiyê jî pirsgirêka wan çareser nekir û hîn jî zehmetiya jiyanê derbas dikin.heseki-ciroka-kocberan-1

Bi destpêkirina şerê rizgarkirina Mûslê ku di 17ʹê cotmehê de hate destpêkirin, bi hezaran welatiyên Îraqê berê xwe didin herêmên Rojava yên bi ewle û li wir bi cih dibin. Penaber li cihekî bi ewle digerin, lê rewşa wan li vir jî di nava zehmetiyan de derbas dibe.

Penaberên ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞʹê û zordariya mirinê reviyane, li vir jî zehmetiyên jiyanî derbas dikin û rewşa wan gelek zor û zehmete. Heta niha çend penaberan jiyana xwe ji dest dane.

DAIŞʹê jiyana wan veguherî reşayî

Di serpêhatiya her maleke Îraqê ku penaber bû ye de êşek heye, hemû malan ji ber çeteyan gelek êş û azer kişandin. Penaberan destnîşan kirin ku dema çeteyan herêmên wan dagirkirin jiyana wan tev serûbinî hev bû û her tişt di jiyana wan de hate guhertin. Penaberan dan zanîn ku çeteyan gelek êşkence li ser welatiyan didan meşandin û gotin ku çeteyan kesên li gorî wan tevnegeriya ba, recim, lêdan û heta serêjêkirinê pêk tanîn.heseki-ciroka-kocberan-3

Çîroka penaberiyê û nêzîkatiyên qaçaxçiyan 

Welatî li derfeteke revê digeriyan, her kesek ji xwe li benda hêviyekê bû ji wê jiyana zehmet rizgar bibe. Penaberên me wan dîtin û ji me re axivîn dan zanîn ku hemû riyên ketin û derketina herêmê ji aliyê çeteyan ve hatibûn giritin, tenê çete û malbatên wan dikarîbûn herin û werin. Penaberan destnîşan kirin ku çeteyan jiyana wan kiribûn dojgeh.

Penaberekî ku li ber deriyê Recim Silêbî ya di navbera Rojava û Îraqê de ye ne xwest navê xwe eşkere bike  çîroka reva xwe ya ji Îraqê anî ziman û got: ʺReva ji destê çeteyan gelekî zehmet bû. Çeteyan hemû rê girtibûn. Em jî li riyekê bi ewle geriyan da ku em ji çeteyan çeteyan xilas bibin. Me xwest em jiyana xwe xilas bikin.ʺ

ʹKirya revê pereyên zêde bûʹ

Penaberê behsa mijarê destnîşan kir ku buhayê derketina ji herêmên çeteyan gelek bû û wiha dom kir: ʺHer malbetek hezar dolar kirya reva xwe dida, ev jî li gorî hejmara endamên malbatan digere. Hin malbatên xizan hemû tiştên xwe bi buhayên rezan difroşin da ku riya xwe ya revê peyda bikin. Ev yek jî bi dizî tê kirin, da ku tu kes bi wan nehese û wiha dom kir: ʺDema em ji Mûsilê reviyan, em birin navçeyên bajar, ji wir jî em birin herêên sînorên Rojava. Ev rê ji ber ku riya sînorê Tirkiyê di destê komên çete yên DAIŞʹê de ye. Kesên bazirganiya mirovan jî dikin, ew çete û xizmên wan tenê ne. Dema em gihiştin sînorê Sûriyê-Îraqê, em li vir li qaçaxçiyên din digerin. Qaçaxçî kiryên xwe gelekî ji me distînin, heta me derbasî Rojava dikin. Ji bo her tirmpêlekê ji 400 û heta 500 dolar tê standin. Ji ber vê yekê her 5 heta 6 malbatan tirmpêlekê kirê dikin û wiha derbasî Rojava dibin. Ji ber piraniya welatiyên penaber xizanin, di heman demê de mayînên çeteyan ku li her derê hatine bicihkirin.ʺheseki-ciroka-kocberan-4

Penaberê behsa mijarê her wiha destnîşan kir ku ew di nava zehmetiyan de sînor derbas dikin û wiha dom kir: ʺDestê me di dilê me debû, riya bi ewle nîn bû. Pêwîste qaçaxçiyek li gel ma be. Qaçaxçê di paş sînoran re rê nîşanî me didin û dibêjin ev rê dice cihê hêzên YPGʹê. Em jî wan riyan digrin. Ev tişt tê kirin, bê ku em bizanin riya em tê re diçin raste yan na. Ya girîng ew e em ji çeteyan xilas bibin.ʺ

ʹPenaber bi mirinê re rû bi rûneʹ

Rewşa penaberên Îraqê gelek zehmete. Penaberên xwe gihandine deriyê sînor ê Recim Silêb jî zehmetiyê jiyan dikin û ji ber rewşa hewa û bê derfetiyan zehmetiyan jiyan dikin. Tişta ku rewşa penaberan zehemtir dike ew e ku rêxistinên mirovahî yên navdewletî alîkariyan pêşkêş nakin.

Di nava penaberan de nexweşiyên wekî yereqan, gurîbûn, şewib û leşmanya di nav penaberan de belav bû ye. Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi hemû derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike, lê ji ber ku dewleta Tirk û PDKʹê sînor giritine û li ser Rojava embargo feriz kirine, derfetên pêşkêşkirina alîkariyan jib o penaberan zehmete.heseki-ciroka-kocberan-5

Ji penaberan banga alîkariyê

Penaberên Îraqê bang li saziyên mirovî yên Navdewletî dikin ku alîkariya wan bikinû daxawaz kirin ku dengê wan bighîje saziyên mirovî yên cîhanî, hikûmeta Îraqê û her wekî din da ku alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin. Piştî penaberiya ku zêdeyî mehekê di ser re derbas bû, rewşa penaberan roj bi roj zehmetir dibe, penaberên ku li bejahiyê dimînin tiştek di destê wan de nîne ji bilî ban li saziyên mirovî bikin.

Rêveberiya Kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li gorî derfetên xwe alîkariyan pêşkêş dike û penaberan li ser beşan di kampê de bi cih dikin, niha di kampê de derdora 9 hezar penaberên Îraqî jiyan dikin, hîn jî bi sedan malbatên wan li bejahiyêne li bende ku rê ji wan re bê vekirin ku derbasî kampê bibin.

Saziyên mirovî yek li pey yekê serdana penaberan li kampa Holê û deriyê Recim Silêbî dikin. Her ku saziyek serdanê dike, soz dide ku dê alîkariyan pêşkêş bike, ê sozê wan li ber ba diçin. Penaber bi rêz li ber Navenda Heyva Sor a Kurd ku alîkariyan pêşkêş dike, disekinin, lê derfeta wê jî sînordar e.

Penaber dibêjin ku ew ji mirinê reviyan, lê niha jî mirin li pey wan û ew tenê dixwazin ku zarokên xwe rizgar bikin.

(dc)

ANHA