1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Navenda Çandê ya Medê banga guhdariya dengbêjan
Ji Navenda Çandê ya Medê banga guhdariya dengbêjan,ji,navenda,çandê,ya,medê,banga,guhdariya,dengbêjan

Ji Navenda Çandê ya Medê banga guhdariya dengbêjan

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Navenda Çanda Med ji bo guhdariya dengbêjan bang li hemû welatiyan kir û xwest tev li şeva wan a di 22'ê Îlonê de li Navçeya Bagcilara Stenbolê pêk bê bibin.

Navenda Çandê ya Med, di 22'ê Îlonê de li Salona Konferansê ya Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê Şeva Dengbêjan pêk tîne. Şeva dengbêjan ku 8 dengbêj beşdar bibin dê çand û kevneşopiya dengbêjiyê bê pêşandan û dengêj bi sitran û awazên xwe hunerê xwe nîşan bidin. Xebatkarê Navenda Çanda Medê Rezan Aksan, diyar kir ku ew dê "Mala Dengêjan" vekin û beriya vekirina mala dengbêjan dê şeva dengêbjan pêk bînin. Aksan, li ser wate û girîngiya çanda dengbêjiyê rawestiya û anî ziman ku ew dixwazin vê çandê li Stenbolê jî pêş bixin û xurt bikin. Aksan, anî ziman ku ziman û çanda kurdan li ser pişta dengbêjiyê pêş ketiye û ji bo Stenbolê jî êdî "Mala Dengbêjiyê" pêdiviyek sereke ye. Aksan, ji bo şeva dengbêjan ku sibê pêk bîne jî bang kir û wiha got: "Navenda Çandê ya Med, dê saet di navberê 17.00-20.00'an ên 22'ê Îlonê de li Salona Konferansê ya Rêxistina BDP'ê ya Bagcilarê Şeva Dengbêjan pêk tîne. Şeva dengbêjan ku 8 dengbêj beşdar bibin dê çand û kevneşopiya dengbêjiyê bê pêşandan û dengêj bi sitran û awazên xwe hunerê xwe nîşan bidin. Dê di şevê de dengbêj Sebrî Agirî, Xenî Qereyazî, Metînê Mûşî, Evdilezîzê Bedlîsê, Bawer û Mûrad bi kilamên xwe bi gel re bên cem hev. Hemû gelê me dawetî ye."

(mae)