Ji Newroza Amedê
AMED (DÎHA) - Bi berbanga sibehê ve amedî daketin kolanan û ber bi Qada Newrozê ve meşiyan. Kolanên bajar ji ber cil û berkên neteweyî veguherî deryaya rengên kesk, sor û zer. Bi sed hezaran kes bi sloganên girêdana wan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nîşan didin û bi alên KCK û PKK'ê dimeşin qada pîrozbahiyan.
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên dîrokî ku çavê hemû dinyayê li ser e, Amedî di berbanga sibehê de hişyar bûn. Li bajar ku hewayê bi ewr serdest e, bi seatên sibehê re Coşa Newrozê derket asta herî jor. Di seatên zû yên sibehê de ji naveyên navendî yên wekî; Baglar, Kayapinar, Sûr û Yenîşehirê girse kom bi kom û qafîle bi qafîle, bi wesayîtên xwe yên bi rengên kesk, sor û zer hatine xemilandin û dovîzên wekî; 'Newroz pîroz be' meşiyan Parka Newrozê. Otobusên Şaredariyê jî bi awayekî elektronîk nivîsa 'Newroz Pîroz be' di panoyên xwe de bi cih kir. Her wiha jin, zarok, kal û ciwanên ku bi cilên neteweyî bi awayekî girseyî heta Qada Newrozê meşiyan. Balkêş e ku otobus, traktor, qemyon, bisîklet jî li ser hev gel dikişinin qadê.
Navenda bajar di nav bêdengiyê de ye
Komên qelebalix ên ku dimeşiyan qada Newrozê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KCK'ê dirûşmên wekî; "Newroza te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" qêriyan. Ji ber meşa girseyî riyên ku diçin Parka Newrozê ji trafîkê re hatin girtin. Ji ber vê yekê kesên ku bi wesayîtê diçûn qadê neçar man ku li duriyana Yenîhalê civiyan. Ji ber ku gel berê xwe da qada Newrozê bajar di nav bêdengiyê de ma. Li duriyana Kuruçeşmeyê ya balafirgehê trafîk ji ber wesayitên zêde û girseyî xetimî.
Bi sedhezaran kes li qada Newrozê ne
Hêj bi seatan dem maye ku bername bê destpêkin, ligel vê yekê jî bi sedhezaran kesan berê xwe dan qada Newrozê û qad dagirtin. Girse ji 4 aliyên cuda ve di noqteyên kontrolê re derbas dibe û beşdar piştî lêgerînê diçin qada pîrozbahiyan. Balkêş e ku ciwan bi sirûdên wekî; "Herne Pêş", "Çerxa Şoreşê", "Şoreşkerê Kurdistan" dixwînin û di noqteyên kontrolê re derbas dibin.
Weneyên şehîdan li dikê hatin daliqandin
Li sehneya ku ji bo pîrozbahiyan hatine sazkirin, wêneyên siyasetmedar Cîhan Denîz, Husnu Ablay, Mustafa Malçokê ku bedana xwe daye ber agir û Huseyîn Xizrî, Şirîn Elem Hulu yên ku li Îranê hatine daliqandin, Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan ên ku di salên 90'î de di Newrozê de bedena xwe dane ber agir, hatin daliqandin. Li ser dîwarê sahneyê pankarta "Ji bo jîyanek bi rûmet an azadî an azadî" hate pêvekirin. Ciwanan di seatên sibehê de dest bi gêrandina govendê kirin.
Hemû rê diçin Newrozê.
Di sibehê de hemû otobus, minibus û wesayitên ticarî neçar man ku berê xwe bidin qada Newrozê û seferên taxan rawestiyan. Ciwanan yek dorê bi meşa 'gerîla' berê xwe dan meydana pîrozbahiyan.
(Wêne, Dîmen û Nûçe: Sertaç Kayar, Gulsen Aslan, Îsmet Mikailogulları, Pınar Ural, Fatih Erdemir)
(tt)