1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji nivîskarên xwediyên Xelata Nobelê deklarasyon
Ji nivîskarên xwediyên Xelata Nobelê deklarasyon,ji,nivîskarên,xwediyên,xelata,nobelê,deklarasyon

Ji nivîskarên xwediyên Xelata Nobelê deklarasyon

A+ A-

LONDON 10.12.2013 07:00:07 Bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ji 83 welatan 5 jê nivîskarên Nobelî 530 nivîskaran bi sernavê "Di serdema dîjîtal de parastiyeke demokrasiyê" li dijî çavdêriya girseyî manîfestoyeke hevpar weşandin. Di manîfestoyê de banga Beyannameya Mafên Dîjîtal a Navneteweyî hat kirin.

Deklerasyona ku ji aliyê nivîskarên xwedî xelata Nobelê Orhan Pamûk, J.M. Coetzee, Elfrîede Jelînek, Gunter Grass û Tomaz Tramstromer ve hat îmzekirin, ji Tirkiyê ji Yaşar Kemal, Bûket Ûzûner û Mûrathan Mûngan piştgirî dît.

Di metnê de hat ragihandin ku ti cudahiya kopîkirina daneyên dîjîtal ji diziyê nîne û hat destnîşankirin ku ev çavdêrî azadiya nêrîn û armanê dixe xeteriyê.

Ji bo ‘Însiyatîfa nivîskarên li dijî çavdêriya girseyêı’ ji ser navnîşana ‘www.change.org/gozetleniyoruz’ dikare destek were dayîn.

Temamiya metna deklarasyonê wiha ye:

"Tê zanîn ku çavdêriya girseyî di mehên dawî de zêde bûye. Dewlet bi çend tûşan dikare xwe bigihîne telefona we ya destan, emaila we, lêgerînên xwe yên li ser tora civakî û înternetê.

Dikare xwe bigihîne meyl û aktîvîteyên we yên polîtîk. Bi hevkariya bi kargehên înternetê re agahiyên we tên kopî û depokirin, bi vî rengî tebîet û biranên we dikarin werin pêşdîtin.

Yekparetiya destnedane takekes, kevirê bingehîn ê demokrasiyê ye. Yekparetiya însan, ji beden wêdetir e. Di nêrîna hemû mirovan, di hawirdor û ragihandina takekesî de mafê neşopandinê heye.

Dewlet û kargeh bi armanca kontrolkirina girseyî pêşketinên teknolojiyê ji bo nebaşiyê bikar tînin û naveroka vî mafê mirovan vala dikin, bi hikum dihêlin.

Mirovek di binê çavdêriyê de be êdî ne azad e; Di civakeke di binê çavdêriyê de be jî, demokrasî nîne. Ji bo demokrasî derbasdariya xwe dewam bike, mafên me yên demokratîk, tevî li qada rastî divê li qada elektronîk jî bên bicihanîn.

* Çavdêrî binpêkirina qada taybet e, azadiya îfade û ramanê dixe xeteriyê.

* Çavdêriya girseyî, her welatiyan weke gumanbarê potansiyel dibîne. Karîneya em ya mesûmî, ku yek ji mîrateyên me yên dîrokî ye, ser û bin dike.

* Çavdêrî, tevgera dewlet û kargehan vedişêre, takekesan jî zelal dike. Mîna ku em dibînin, ev hêz bi rêk û pêk ji bo nebaşiyê tê bikaranîn.

* Çavdêrî neheqî ye. Ev agahî malê dewletê nîne: yên me ne. Eger ji bo hînbûna nêzîkatiyên me werin bikaranîn, hingî emê ji tiştekî din bêpar werin hiştin: Pîvana vîna azad, ku yek ji pîvanên bîngehîn ên azadiya demokratîk e.

Em dixwazin ku her kes xwedî maf be, ku weke welatiyên demokratîk biryarê bidin ku daneyên wan ên şexsî di kîjan astê de bi rêyên qanûnî werin komkirin, veşartin û bikaranîn; xwedî agahî be ku daneyên wan li ku derê tê veşartin, dê çawa bên bikaranîn; xwedî maf be ku eger dane bi rêyên ne qanûnî hatibin komkirin, werin jêbirin.

Em bang li hemû dewlet û kargehan dikin ku hurmetê nîşanî van mafan bidin.

Em bang li hemû welatiyan dikin ku van mafan biparêzin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku di serdema dîjîtal de girîngiay parastina mafên mirovan qebûl bike û Beyannameya Mafên Dîjîtal a Navneteweyî ava bike.

Em bang li hemû dewletan dikin ku mora xwe biavêjin binê vê peymanê û pê re dilsoz bin."