"Ji nişka ve şerekî dijwar dest pê kir"
Esat Canan: Ji nişka ve şerekî dijwar dest pê kir
Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, ku niha li navçeya Şemzînanê ye, diyar kir ku ji nişka ve şer dest pê kir û ji çar alî dengê çekan tê. Canan, diyar kir ku hemû welatiyan xwe avêtiye malên xwe û der barê encama pevçûnê de niha tu agahî di destê wan de tune ye.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî saed di 20.40'an de 2 teqîn pêk hatin, di navbera leşker û HGP'iyan de şer derket. Şerê ku saetek berê dest pê kir, her ku diçe mezin dibe. Piştî ku endamên HGP'ê êrîşî Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê, Qeymeqamîe û Fermandariya Cendirmeyan a Şemzînanê kir, pevçûnê dest pê kiribû û piştî 2 teqînên dawî şer gur bû. Piştî şerê li nêzî Şemzînanê dest pê kir, welatî tev ketin malên xwe.
Der barê pevçûnê de Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, ku niha li navçeya Şemzînanê ye, diyar kir ku ji nişka ve şer dest pê kir û ji çar alî dengê çekan tê. Canan, diyar kir ku hemû welatiyan xwe avêtiye malên xwe û der barê encama pevçûnê de niha tu agahî di destê wan de tune ye. Canan, anî ziman ku pevçûn dijwar bûye. Canan, da zanîn ku ji ber dengê çekan ji çar aliyan tê nikarin derkevin derve û der barê encama pevçûnê de nikarin tiştekî bêjin.
(mae)