1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji nû ve Avakirina Kobaniyê di qonaxa duyemîn de ye
Ji nû ve Avakirina Kobaniyê di qonaxa duyemîn de ye,ji,nû,ve,avakirina,kobaniyê,di,qonaxa,duyemîn,de,ye

Ji nû ve Avakirina Kobaniyê di qonaxa duyemîn de ye

A+ A-

KOBANÎ - SEDAT SÛR / ANF Endamê Koordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê Abdûrrahman Hemo diyar kir ku xebatên avakirinê bi lez û bez dewam dikin û anî ziman ku di asteke girîng de bersiv ji pêwîstiyên bingehîn ên bajêr re hatiye dayîn. Hemo ragihand ku di xebatên avakirinê de qonaxa duyemîn destpê kiriye.

Xebatên ji nû ve avakirina Kobanê ku heman piştî paqijbûna bajêr ji çeteyan destpê kirin, di demeke kurt de bi pêş ve çû. Ji bo bi deh hezaran Kobaniyên heman piştî şer li bajarê xwe vegeriyan, bersiv ji pêwîstiyên av, rê û kanalîzasyonê re hat dayîn. Her wiha bajar ji cesedên çeteyên DAIŞ'ê û qirêjiyê hat paqijkirin. Ji bo yên mayî nebin sedema nexweşiyan, derdor hat dermankirin. Xebatên avakirina Kobanê, bi vîn û biryardariyeke mezin dewam dikin.

Endamê Koordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê Abdûrrahman Hemo, asta xebatên avakirinê gihaştiye ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku xwegihandina hev a Kantonên Cizîr û Kobanê wê avakirinê xurt bike.

STARTA WÊ LI AMEDÊ HAT DAYÎN

Hemo bibîr xist ku Kobanê ji 27'ê Çileyê û vir ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin û heman piştî rizgariyê wan Koordînasyona Jinûve avakirina Kobanê damezrandine. Hemo da xuyakirin ku armanca koordînasyonê tespîtkirin û qeydkirina zerarên li Kobanê ye û got, "Ji nû ve avakirin di 2-3'ê Gulanê de bi Konferansa li Amedê re destpê kir. Di vê konferansê de hat nîqaşkirin ku bajar li ser kîjan esas û modelan bê avakirin û biryar hat stendin."

PÊKHATEYA KOORDÎNASYONÊ

Hemo anî ziman ku di nava Koordînasyonê de ji Başûrê Kurdistanê 3, ji Rojhilatê Kurdistanê 2, ji Bakurê Kurdistanê 3, ji nava Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn 2 û ji Rojava 5 kes cih digirin û ragihand ku ew her tim di nava têkiliyê de ne û xebateke hevpar dimeşînin.

'AV, RÊ Û KANALÎZASYON

Hemo da xuyakirin ku weke karê destpêkê wan pêwîstiyên bingehîn ên bajêr peyda kirine û got, "Diviyabû me destpêkê av bigihanda bajêr. Me şebekeya avê ya li bajêr ku hatibû xerakirin, ji nû ve çêkirin. Me av gihand ji sedî 50 ê bajêr. Kanalîzasyona bajêr jî ku di dema êrîşên DAIŞ'ê de xera bû, bi şebekeya avê re di heman demê de me çêkir. Kolan û rêyên bajêr hatin paqijkirin û vekirin. Xebatên me yên di vî warî de hînê dewam dikin."

Hemo da xuyakirin ku beriya niha wan av ji Çemê Firatê dianîn, lê belê çeteyên DAIŞ'ê ev xet qut kiriye, lewma ew jî avê ji bîrê derdixînin.

Hemo da zanîn ku pêwîstiyên bingehîn ên bajêr ên weke av, rê û kanalîzasyonê niha çareser bûne û destnîşan kir ku wan ev xebat hemû bi alîkariya Şaredariyên Bakurê Kurdistanê pêk anîne.

XEBATÊN PAQIJIYÊ

Hemo diyar kir ku xebatên paqijiyê yên li bajêr dewam dikin û ev agahî da: "Heman piştî şer, me kolan û avahiyên hilweşiyan, ji cesedên çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Bi qasî 900 cesed hatin komkirin. Ji ber ku di binê hin xirbeyan de cesed hene û hînê nehatine derxistin, ji bo ev cesed nebin sedema nexweşiyan, me herêm derman kirin. Ev kar jî ji aliyê Komîteya Dermankirinê ve hat kirin."

RAKIRINA XIRBE, MAL Û MUZE

Hemo da xuyakirin ku weke gava duyemîn a ji nû ve avakirinê wan dest bi karê rakirina xirbeyan kirine û destnîşan kir ku bi rakirina xirbe re wê gel ji nû ve dest bi çêkirina malan bike.

Hemo ragihand ku ji bo muzeyê qadeke ji 20 hektarî hatiye diyarkirin û anî ziman ku Navenda Çand û Hunerê û derdora wê ji bo muzeyê hatiye hilbijartin. Hemo diyar kir ku malê gelek Kobaniyan li herêma ji bo muzeyê hatiye diyarkirin mane û got, "Ji bo vê jî Meclîsa Gel, Komîteya Hiqûqê û Rêveberiya Kantonê bi hev re dixebitin. Ji bo Kobaniyên malên wan li vê qadê ne wê cihên nû werin çêkirin û ji bo mexdûr nebin wê her tişt were kirin. Li qadeke ji 150 hektarî wê taxeke nû bê çêkirin û yên malên wan li herêma muzeyê mane, wê li vir bijîn. Plana master a vê projeyê hat amadekirin. Wê xebata avakirinê li gorî felsefe û çanda gelê Kurd û Kobanê be meşandin."

4 HEZAR XANÎ XERA BÛN

Hemo anî ziman ku xebateke wan a din, tespîtkirina xaniyên hilweşiyane û zerar dîtine û destnîşan kir ku di encama vî karê xwe de wan tespît kirine 4 hezar xanî xera bûne.

Hemo da zanîn ku zêdeyî 110 hezar kes vegeriyane Kobanê û diyar kir ku li navenda bajêr û gundan jiyaneke zindî heye.

AVANTAJA XWE GIHANDINA CIZÎRÊ

Hemo da xuyakirin ku xwe gihandina hev a Kobanê û Cizîrê wê lezê bide xebatên ji nû ve avakirinê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Alîkariya mazot, xwarin û alîkariyên din ên însanî yên ji Cizîrê tên, bandoreke erênî li jiyana li bajêr kir. Alîkariyên ji niha û pê ve bên, wê bibin faktoreke girîng ji bo xurtkirina xebatên ji nû ve avakirinê. Beriya Girê Spî vebe, hemû alîkarî ji Bakur dihatin, ev yek jî bi xwe re pirsgirêk dianî. Niha bi derfetên heyî re wê xebatên ji nû ve avakirinê bêhtir zû bimeşin."

'XWESTIN PÊŞÎ LI JI NÛ VE AVAKIRINÊ BIGIRIN'

Hemo diyar kir ku hêzên destekê didin DAIŞ'ê xwestin pêşî li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bigirin û got, "Armanca êrîşa 25'ê Hezîranê ku hin hêzên îstîxbaratê yên hin dewletan jî di nav de cih girtin, ji bo astengkirina vî karê me bûn. Lê belê ti tişt wê nikaribe vîn û ji nû ve avakirina jiyana gelê me asteng bike. Em ê jiyana nû ava bikin."

'DESTEKA XWE YA JI BO KOBANÊ DEWAM BIKIN'

Hemo ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê û bi serketina wê, banga li saziyên navneteweyî kir û xwestin li hemberî jenosît û êrîşan destekê bidin Kobanê û Rojava.