Ji Occupy Stockholm bo Kurdan piştgirî
Koma bi navê Occupy Stockholm a ku ji 15’ê cotmehê ve parka li ber Bankaya Navenendî ya Stochkolmê dagîr kiriye, bi boneya zextên li ser Kurdan protesto bikin û piştgiriyê bidin Kurdan dê îro xwepêşandanekê li dar bixin.
Dagirkerên ên ku konên xwe li Qada Brunkeberg a Stochkoma Swêdê danîne, demjimêr di 15.00 de li hev kom bibin û bimeşin Balyozxnaeya Tirk a Swêdê û dê nameyên ku têde zextên li ser Kurdan têne protestokirin, bidin rayedarên balyozxaneya Tirk.
Ji aliyeke din ve jî, dê komploya 15’ê Sibatê piştî li bajarên Orebro û Goteborgê, dê roja 18’ê sibatê bi mîtîngan li paytext Stochkolm û Helsinborê bêne protestokirin.
Komeleya Kurdên Swêdê mîtîngê li dar dixe û mitînga Stochkolmê dê di 18’ê sibatê de parka bê lidarxisitn.
Her wiha, mitîgna li Helsinborgê ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Jinên Kurd ve tê lidarxistin. Mitîg roja 18’ê sibatê, demjimêr di 13.00-15.00 li Gustav Adolfs Torgê li dar dikeve.
ANF NEWS AGENCY