´Ji pakêta darazê tiştekî hêvî nekin´
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan 3'yemîn pakêta darazê ku AKP'ê ji meclîsê derbas kir, nirxand û got; "Hikûmeta AKP'ê bi pakêtên darazê tevahî nêzî demokrasî û mafên mirovan nabe. Ji guhertinên zagonên ên pêk hatine tiştekî hêvî nekin. Tirkiye hê pirsgirêka xwe ya bingehîn, pirsgirêka kurd, pirsgirêkên wekî azadî, ol û baweriyê hê çareser nekiriye."
Bi 3'yemîn pakêta darazê ku ji aliyê AKP'ê ve ji meclîsê hat derbaskirin re pêvajoya nîqaşkirina daraza Tirkiyeyê jî destpê kir. AKP'ê 3'yemîn pakêta darazê wekî; 'Reforma di darazê de' pêşkêşî raya giştî kir. Hema piştî pakêtê serbestberdana kujerên nijadperest, redkirina tehliyeya parlementerên girtî jî nîqaş derxistin asteke din. Serokê Gişî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan xebatên pakêta darazê nirxandin û wiha axivî: "Qasî ku qerekterê pergalê yê dij demokrasiyê derdikeve holê, qasî bi riya darazê polîtîkaya pêkûtiyê hebe, dîsa qasî ku Tirkiye li qada navneteweyî bi tundî were rexnekirin îxtîdara siyasî jî ji bo pêşî li van rexneyan bigire dê demokrasiya pakêtan pêş bixîne. Ev yek jî nîşan dide ku ji maf û azadiyan bawer nake. Heke hûn alîgirên maf û azadiyan bin, wê demê hûnê tişteke tevahî deynin holê. Hûn ê pirsgirêkan bi tevahî çareser bikin wê demê dê hewceyî pakêtan jî nebe. Îcar navê vê yê rastîn dê bibe reform. Lê ev pakêt ji bo rexneyên tên kirin sivik bike hatiye çêkirin."
'Qanûna înfazê li gorî kesan tê guhertin'
Turkdogan, diyar kir ku bi 3'yemîn pakêta darazê pêkanînên ku dê wicdanê civakê qebûl neke hene û tehliyeya kujerên komkujiya Bahçelîevlerê wiha nirxand: "Ev yek bi hevkariya AKP û MHP'ê tê pêkanîn. Bifikirin ji bo bersûcên 7 mirov kuştine guhertina qanûna înfazê tê çêkirin. Dema ku mirov sererastkirinan dinêre, heke hûn 7 kesî bikujin hûnê rastî 7 caran cezayê mûebetê bên. Lê di nava vê pakêtê de qanûna înfazê li gorî mirovan hatiye guhertin. Ev yek ji aliyê wicdana civakî ve nayê qebulkirin."
'OYM 10 salên din dê vekirî bimînin'
Turkdogan bal kişand li ser dadgehên bi rayeya taybet (OYM) û diyar kir ku ev dadgeh heta hin ceza temam nebin dê vekirî bimînin. Turkdogan anî ziman ku dozên wekî doza KCK, Ergenekon, Balyoz û Biryargeha Şoreşgerî li OYM'ê dê bên dîtin. Lewma bi rakirina dadgehên bilind ên bi rayeya taybet tu guhertin pêk nehatin."
'Îxtîdara siyasî pirsgirêka kadrobûnê dijî'
Turkdogan destnîşan kir ku di nav darazê de pirsgirêka kadrobûnê tê jiyîn û wiha axivî: "Îxtîdara siyasî ji bo tengasiya xwe ya kadrobûnê derbas bike dadgehên navborî ji dozên berdewam dikin re hişt. Îxtîdara siyasî ji bo kadrobûna heyî belav bike û kadrobûneke nû pêş bixîne serî li rêbazên bi vî rengî daye. Berovajiyê wê yan hûnê ji bingeh de rabikin û yan jî hûnê ji dadgehên cezaya giran re bihêlin. Ev her du rêbaz jî pêknehatin. Formuleke navber hat dîtin û ev rêbaz tê pêkanîn."
'Azadî çi qasî serwer bûye em ê bibînin'
Turkdogan anî ziman ku bi pêkanîna nû re li Tirkiyeyê yekem car e derbasî pergala dadgeriê bû û wiha pê de çû: "Ji bo dadgerên di nava vê pergalê de cih digirin dibêjin dadgerên azadiyê, lê çi qasî dadgerên azadiyê ne emê bibînin. Heta niha tiştek nekirin. Ev dadgehên azadiyê dê bibin dadgehên her daxwazeke dozgeran pêk tînin, an dê biryara her dema wan xwest telefonan guhdar bikin, her dema xwest biryara şopandina teknîk bide? Ev dadger qasî ku li gorî dadgehên Mafên Mirovan ên Ewropayê tev bigerin dê wekî dadgerên azadiyê bên dîtin."
'Ji zagonan tiştekî hêvî nekin'
Turkdogan bibîr xist ku di guhertinên hatine kirin de gavên cuda nehatine avêtin û got; "Ji guhertinên zagonên ên pêk hatine tiştekî hêvî nekin. Tirkiye hê pirsgirêka xwe ya bingehîn, pirsgirêka kurd, pirsgirêkên wekî azadî, ol û baweriyê hê çareser nekiriye. Heke wekî welatên demokratîk mafê darizandina adilane bicih bê, yekitiya darazê pêk bê û hiqûq bê parastin pirsgirêk dê çareser bibin."
'Bi pakêtê dixwazin hewayeke baş biafirînin'
Turkdogan destnîşan kir ku bi pakêtê hewl didin ku hewayeke baş biafirînin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Di bingehê xwe de tu guhertin pêk nehatine. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê bidawînekirina OYM'yan e, nerakirina TMK'ê ye, astengiyên li pêşiya azadiya xwevegotin û birêxistinkirinê ye. Neguhertina zagona şopandina teknîkê nerakirina hikmên rewşa girtinê û guhertina pergala înfazê hewceyî reforman in. Dema ku em li pakêtê dinêrin OYM dewam dikin, pêşiya kontrola edlî ya girtiyan tê vekirin. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêka darazê bi 3'yemîn pakêta darazê nehatiye çareserkirin û bi armanca nermgirina hewayê tund hatiye pêşxistin.
(ak/mae)