Ji PEN’a Navneteweyî nameya KCK’ê
Alîkarê Serokê PEN’a Navnetewî Eugene Schoulgin, Serokê Yekitiya Nivîskarên Swêdê Mats Söderlund û Serokê PEN’a Swêdê Ola Larsmo ji Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re nameyek şandin û têde girtinên siyasetmedarên kurd ên di bin navê operasyonên KCK’ê de protesto kirin. Di nameyê de hate xwestin ku weşanvan û nivîskar Ragip Zarakolû tavilê serbest bê berdan.
Di nameyê de tê gotin ku ji ber ku Zarakolû di 7’ê cotmehê de di Akamemiya Zanîstî ya BDP’ê de semîner daye hatiye girtin û hate bibîrxistin ku hemû xebatên akademiyê zagonî ne. Di nameyê de hate gotin ku akademiyên bi heman awayî yên AKP û CHP’ê jî hene.
Di nameyê de tê gotin ku Ragip Zarakolû endamê rûmetê yê Kulûba PEN’yê ya Swêdê ye û 30 sal in li Tirkiyeyê ji azadiya raman û çapemeniyê têdikoşe, her wiha mafê mirovan û kêmeneteweyan diparêze.
Di nameyê de tê bibîrxistin ku ji ber hewldanên wî Zarakolû ji sala 1960’ê ve di nava Komîsteya Nivîskarên di Girtîgehan de cih digire û 50 sal in têdikoşe.
Ola Larsmo bi bîr xist ku kesên weke Azîz Tûnç, Ayşe Berktay, Dûrsûn Yildiz û 41 kes ji ber ku di Akademiya Siyasî ya BDP’ê ders dane, bi terorîsmê hatin tawanbarkirin û hatin girtin û daxwaz kir ku rewşa Tunç, Berktay, Yildiz û hemû akademîsyen bi awayeke serbixwe û bê alî bêne lêkolînkirin.
Endamê Komîteya Rêveber a Kulûba PEN’a Swêdê û Serokê Komîsteya Piştgiriya ji bo Nivîskarên di Girtîgehan de nivîskar Azar Mahoujian ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku armanca operasyonên KCK’ê çewisandina nivîskar, rewşembîr û kurdan e.
Mahoujian bi bîr xist ku nivîskar û parêzvanê mafê mirovan Mûharrem Erbey jî beriya 2 salan hatiye gitin û diyar kir ku ji bo serbestberdana Erbey û Zarakolû wê hemû hewldanên wan berdewam bikin.
ANF NEWS AGENCY