1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Ji PJAK’ê daxwiyaniya 'Çarşema Sor'
Ji PJAK’ê daxwiyaniya 'Çarşema Sor',ji,pjak,ê,daxwiyaniya,çarşema,sor

Ji PJAK’ê daxwiyaniya 'Çarşema Sor'

A+ A-

QENDÎL - Koordînasyona PJAKê ku bi boneya Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî da, bal kişand ser zilm û zora li ser gelan ku bingeha xwe ji zihniyeta dewlet-neteweyan digre.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê kurd yek ji wan gelane ku herî bêhtir bi van siyasetên înkar û jinavbirinê re rûbirû maye û bal hat kişandin ser giringiya têkoşîna hevbeş ya gelên Rojhilata Navîn û gelên li Îranê, li dijî sîstemên dagirker û dîktator.

Di vê derbarê de ev hat gotin: "Ev zêdetir ji sedsalekê ye ku netew-dewletên Turkiye, Îran, Îraq û Sûriye ji bo jinavbirina gelê me, her cûre kirinên kirêt pêktînin, ku bêhtirê van di destpêka buhar û meha Adarê de rûdane. Komkujiya 12ê Adarê ya li Qamişlo û 16ê Adarê li Helebce, tevî bi dehan komkujiyên din vê rastiyê piştrast dikin."

PJAKê destnîşan kir ku gelê kurd jî bi israr têkoşîna xwe ya rewa, bi qehremanî li hember hemû êrîşan pêşxistiye û wekî mînak jî bal kişand ser raperîna 5ê Adarê ya gelê kurd li dijî BEAS li Başûrê Kurdistanê û serhildana bi heybet ya li Bakurê Kurdistanê.

Berxwedana gelê kurd, PJAKê wekî sembola biserneketina sîstema netewe-dewletê binav kir û got:"Di roja îro de, Komara Îslamî ya Îranê ku bi siyaseta darvekirin, tepisandin, bi pêşxistina sîstema cerdevantiyê û her weha bi kirina pêşengtiya ji îtîfaqên 4 alî yên li dijî gelê me, rola sereke yê siyaseta jinavbirinê dibîne. Di rastiyê de rejîma Îranê ku di tirsa raperîna gelên Îranê de ye, rolê Dehakê vê serdemê jî girtiyê stuyê xwe."

Li hember vê helwesta dewleta Îranê PJAKê giringiya xebata hevbeş ya gelên Îranê destnîşan kir û got: "Têkoşîna gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê mil bi mil bi gelên dinî Îranê re, wê bi gurrkirina agirê çarşema sor, zivistana dagirker û dîktatoran bi dawî bike. Agirê çarşema sor yê îsal wê bibe agirê şewitandina şelîta darvekirinê ya Ferzad, Şîrîn, Ferhad, Elî û Husênan û sembola hevdengiya navbera gelên azadîxwazên Îranê."

PJAKê her weha diyarkir ku têkoşîn û serhildana çarşema sor ya îsal wê yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û yekîtiya gelên azadîxwaz yên li Îranê bike armanc.

Koordînasyona PJAKê ji gelê kurd yê li Rojhilatê Kurdistanê jî xwest ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên çarşema sor bibin û got: Divê gelê me zanibe ku beşdarbûna di serhildana çarşema sor ya îsal de, erkek herî dîrokî, neteweyî û demokratîk e.

ANF NEWS AGENCY