Ji PYD’ê nerazîbûnek tund
PYD’ê nerazîbûneke tund nîşanî nûçeya çapemeiya Tirk a ku dibêje hêzên girêdayî PYD’ê kontrolkirina rêyan de da.
Li aliyekê krîza li Sûriyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Li aliyeke din jî her ku diçe nûçeyên pûç ên têkildarê mezintirî partiya Kurdan a li Sûriyeyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên ku ji Enqere û Şamê belav dibin, zêdetir dibin.
Rayedarên PYD’ê nerazîbûnek tund nîşanî nûçeya ku dibêje “PYD rê dibire û rê kontrol dike, kesên ku ne ji PYD’ê bin, pirsgirêkê ji bo wana derdixin” dan û gotin; “Li gundan komîteyên gel hene. Gel li gundan ewlehiya xwe bi xwe pêk tîne. Lê nûçeyên dibêjin ku PYD rê dibire û rê kontrol dike derew in û bi vê yekê dixwazin zemînê provakasyonên dewleta Tirk amade bikin. Ev nûçe di çapemeniya Qeterê de jî tune ye. Ev nûçeyên wiha di tu çapemeniya Ereban de jî cih nagire. Balkêş e ku çapemeniya Tirk van nûçeyên wiha belav dike.”
PYD’ê bi bîr xist ku çapemeniya Tirk beriya niha jî belav kiribû ku PYD beşdarî xwepêşandana li Beyrûdê ya ji bo Esad bûye û got; “Em dixwazin ku rejîm ji binî ve bê guhertin. Me bi tu awayî piştgirî nedaye rejîma Baasê û em ê nedin jî. Em vê yekê bi aşkereyî di hemû çalakî û xwepêşandanên xwe de jî dibêjin. Em her roj li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dar dixin. Lê li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê hin komplo, plan û proje têne amadekirin. Ev lîstok ji aliyê rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ve li hemberî me têne pêşxistin. Em dizanin ku bûyer û nûçeyên wiha provakasyonên Şam û Enqereyê ne.
ANF NEWS AGENCY