Ji PYD'ê peyama 1'ê Mijdarê
Meclîsa Partiyê ya PYD'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li tevahiya mirovahiyê pîroz kir û destnîşan kir ku projeya aştiyê ya li dijî terora îro, serketina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye
KOBANÊ - ANF Meclîsa Partiyê ya PYD'ê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:
"Îro roja hevgirtina bi berxwedana Kobanê re ye. Di Rojhilata Navîn bi giştî û taybet Sûriye gelek geşedan û guhertin di hemû aliyan de çêdibin. Di vê demê de Rojava bûye mînaka azadî, jiyan hevbeş û yekbûyîna çarenûsiyê. Berxwedana Kobanê bi lehengiya dîrokî ya şervanên Yekîneyên Parastin Gel, Yekîneyên Parastina Jin bi piştgiriya hin hêzên din û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ku Amerîka serkêşiya wê dike pêk hat.
Berxwedana çil û neh rojan li pey hev a piştî du salan ji şer, tê de bi sedan şehîd hatin dayîn. Van şehîdan ji bo parastina jiyana azad û azadiya civakî liber xwe dan. Şehîd û birîndarên Kobanê bi xwîna xwe ya zelal efsaneyên dîrokî nivîsandin. Berxwedêran bi hişmediya xwe ya şoreşgerî li hemberî hêzên tarî yên terorîst sekinîn û vîneke xurt nîşan dan. Ew li gel tevahiya cîhanê bûn cihê rêzdariyê. Her kesî êdî nas kir ku berxwedana Kobanê tê wateya parastina cîhan û mirovahiyê ku bi xetereyan rû bi rû ye. Ev êrîş li dijî çand, rengînî û azadiyan gelên cîhanê pêk dihatin.
Nabe ku serketina Kobanê û rêya berxwedana wê tenê wekî serketineke leşkerî were dîtin. Di rastiyê de serketina mezin, serketina projeya aştiyane ya li dijî şerê terorê bû. Serketina hişmendiya şoreşger li hemberî paşverûtiyê bû. Ev serketin li hemberî hişmendiya tolhildan, desthilatdarî û dagirkeriyê bû. Serketina ronahiyê li hemberî tarîtiyê bû. Ji ber vê gelek pêxemberên mirovahiyê parastina Kobanê kirin, saziyên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî û gelek kesayetên mafnas û akademisyen piştgirî dan vê berxwedanê û xwedî lê derketin. Di nava cîhana azad de nerîneke yekbûyî derket holê. Vê yekê hişt ku 1’ê Mijdarê wekî Roja Navneteweyî ya Hevgirtina bi Berxwedana Kobanê re were ragihandin. Her sal ev roj wê were vejandin. Caran ev tişt di dîrokê de pêk nehatiye.
Wekî Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em vê rojê li gelê Kurd, pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, gelê Sûriye û hemû gelên Sûriye û cîhanê pîroz dikin. Vê rojê gelek rêyên fireh ên çareserkirina doza me vekiriye. Xwesetekên veguhertinê yên gelê Sûriye li hemberî rêjîma dagirker di cih de bûn. Ev daxwaz hê jî dewam dikin û wê veguhertina demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn pêk werin. Em careke soza ku me daye xwîna şehîdan a li ser xaka Kobanê hatiye rijandin, dûbare dikin. Em ê her rêya wan bişopînin."