Ji Qilebanê welatî ber Mexmûrê ve rê ketin
A+
A-
ŞIRNEX (DÎHA) - Li gund û bajarokên navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi dehan welatî ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe yên Mexûrê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tên derbasî Herêma Federal a Kurdistanê û ber bi Mexmûrê ve rê ketin.
Piştî welatiyên ji gundên Şiriş, Hîlal, Mijîn, Ziravik, Nerweh, Billeh, Kolgê û Aloş ên di salên 1990'an de ji ber zext û zordariyên dewletê koçber bûn û li Mexmûrê bi cih bûn rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin di nava gelê Qilebanê de bû sedema panîkê. Welatiyên Qilebanê yên ku agahiya xizmên wan rastî êrîşên çeteyan hatin ji bo piştgiriyê bidin xizmên xwe ber bi Mexmûrê ve derketin rê.
(bd)
Bêjeyên Miftehî ji,qilebanê,welatî,ber,mexmûrê,ve,rê,ketin