1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji rewşenbîr û akademîsyenan bang: Hesabê komkujiya Enqereyê bidin
Ji rewşenbîr û akademîsyenan bang: Hesabê komkujiya Enqereyê bidin,ji,rewşenbîr,û,akademîsyenan,bang,hesabê,komkujiya,enqereyê,bidin

Ji rewşenbîr û akademîsyenan bang: Hesabê komkujiya Enqereyê bidin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Nerazîbûnên li qada navneteweyî yên li hemberî komkujiya 10'3e Cotmehê ya li Enqereyê dewam dikin. Bi dehan rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên navdar banga 'hesabê komkujiya Enqereyê bidin' li hikûmeta Tirk kirin.

Tevî Slavoj Zîzek, Etîenne Balîbar, Jûdîth Bûtler, I. Vallersteîn, Zeynep Gambettî, Antonîo Negrî, Mîchael Hardt gelek akademîsyenm û rewşenbîran, bi belavokekê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku hesabê komkujiya Enqereyê ku herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest dan, bide.

Di metna li malpera charge.org hat weşandin û ji îmzeyê re hat vekirin de wiha tê gotin:

"Piştî êrîşa 10'e Cotmehê ya li Enqereyê, ku zêdeyî 100 xwepêşandêrên aştiyê jiyana xwe ji dest dan, em weke akademîsyen û lêkolînerên îmzeya xwe li jêrê hene, ji hikûmeta Tirkiyeyê dixwazin ku hesabê bûyerê bide û ji hemû hikûmetên cîhanê dixwazin ku têkiliya xwe ya bi hikûmeta Tirkiyeyê re ji nû ve binirxînin.

Îdîayên cidî yên li ser hevkariya aktorên dewletê di vê komkujiyê de, girîng e ji aliyê komîsyonên serbixwe yên Neteweyên Yekbûyî ve werin lêkolînkirin. Hemû peymanên du û piralî yên bi Tirkiyeyê re, divê bi şertê avêtina gavên şênber ji aliyê binpênekirina mafên mirovan ên bingehîn û qetilnekirina mirovan ve, bên girêdan.

Ji bo gelên Tirkiyeyê yên li hemberî rejîmeke otorîter û nerewa li ber xwe didin, em banga piştgiriya navneteweyî dikin. Ji bo bêdengkirina nifûsa Kurdan û mûxalefetê, bikaranîna amûrên neqanûnî, hinceta xwe çi dibe bila bibe nayê qebûlkirin û weke mecbûriyeteke siyasî nabe bê qebûlkirin. Yek ji armancên meşa li Enqereyê, ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Kurdan bû, ku di sala 2015'an de hatin sekinandin.

Em dixwazin li Tirkiyeyê mafê jiyana gelê sivîl bê parastin, azadiya kombûnê bê ewlekirin û hilbijartineke zelal û azad a dûrî ji zext û şîdetê bê kirin. Ji bo mayîndebûna aştiyê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, em bang li hemû hikûmetên bi rejîma Tirkiyeyê re peyman mor kirine dikin, ku ji bo ji nû ve nirxandina polîtîkayên şer û kêmkirina mîlîtarîzasyona li herêmê, bi berpirsyarî rabin; bi vî rengî dest ji firotina çekên dibe wesîlfeya binpêkirina demokrasiyê, berdin."