1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji rewşenbîran li dijî rapora RSF bertek
Ji rewşenbîran li dijî rapora RSF bertek,ji,rewşenbîran,li,dijî,rapora,rsf,bertek

Ji rewşenbîran li dijî rapora RSF bertek

Ji Komek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd li dijî rapora RSFê ya derbarê Rojava bertek

A+ A-

Rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd ji ser facebookê daxuyaniyek belav kirin û nerazîbûna xwe ya derbarê rapora bi sernavê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” ya RSFê de, diyar kirin.

Weke tê zanîn Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) 1ê gulanê roja pêncşema borî derbarê azadiya ragihandinê ya li Rojava de raporek weşand.

Di rapora bi sernavê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” de RSF bang li PYDê tê kirin ku azadîyên bingehîn biparêze û rêze li azadîya wergirtina nûçeyan bigire.

Rêxistin her wiha PYDê rexne dike ku bi rêya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) karê rojnamevanan bi sînor dike û mafê wan binpê dike.

RSF îdîa dike ku PYD û piştevanên wê, nûçevanên dijber digirin, direvînin, da wan bêdeng bikin û çavên nûçegîhanên ji derî xwe bitirsînin.

Dengê Amerîkayê jî rojek bi dû vê raporê re li ser mijarê bi Endamê Desteya Bilind a YRAyê Mesud Mihemed re hevpeyvînek kir. Mihemed di vê hevpeyvîna xwe de rexneyên tûj li RSF diire ku cîh nedaye nêrînan wan û bi yek alî ew raport hazir kiriye. Mihemed wiha dibêje: “Cîhê mixabiniyê ye ku rêxistineka navnetewî wek 'Rojnamevanên Bê Sînor' pêdivî pê nabîne ku nerînên me jî bipirse. Wan bi tenê li ser gotina hin kesan, bi mabesteka siyasî û bi armanca reşkirinê ew rapor amade kiriye. Em pênasînê dikin ku di hin waran de kêmahîya me heye, lê RSF qet cîh nedaye tiştên baş. Herwiha li Kobanê rojnamevan ji alîyê DAIŞ ve, li Helebê jî ji alîyê rejîmê ve hatine birîndar kirin, lê qala wan qet nayê kirin.”

Dengê Amerîkayê piştî heftiyekê bi berpirsê saziya Nûdem´ê rojnamevan Mesud Hamîd re jî li ser heman mijarê hevpeyvînek kir. Hamîd jî di hevpeyvîna xwe de diyar dike ku rapora RSF´ê ne bi profesyonelî lê bi awayekî siyasî hatiye amadekirin, ne weke raporeka rojnamevanî ye. Hamîd wiha dibêje: ”Wek rojnamevanekî û wekî kesekî ku ew rapor xweşik xwendiye, dikarim bêjim ku bi vê raportê dixwazin Rojava hinekî biêşînin rastî, di alîyê sîyasî û di alîyê rojnamevanî de. Bi awayekî xelet navê min wek amadekarê wê raporê derbaz bû jiber ku orta min wê rêxistinê baş e, lê ne rast e. Qet peywendîya min bi wê raporê tuneye. Ew rapor, raporeke sîyasî ye û ku ez tiştekî wiha binivîsim ez ê li ser bingeha rojnamevanîyê binivîsim.”

Rojnamevanê ji herêma xweser a Baskê ya Îspanyayê Klaus Zorro Tuza jî derbarê rapora RSFê de ji ANHA (Ajansa Nûçeyan a Hawarê re wiha got: ”Rapora Rêxstina Rojnamevanên Sînornenas li ser Rojava amade kiriye û tê îdîakirin ku mafê rojnamevanan tê binpêkirin, ji rastiyê dûr e. Min bixwe jî li herêmê kar kiriye, herwiha kesên rapor amadekirine jî li herêmê wekû muxalif kar dikin. Eger rapora wan rast be, ew çawa dikarin li wir bixebitin û raporekê amade bikin?”

Piştî van daxuyaniyên li dijî rapora Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), niha jî komek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên kurd ji ser facebookê daxuyaniyek belav kirin û nerazîbûna xwe diyar kirin. Di bin daxuyaniya li jêr de de heya niha îmzeya van kesan heye: Rizoyê Xerzî, Hekîm Sefkan, Fethulla Huseynî, Ferhad Şamî, Şepal Hêvo, Ehmed Huseynî, Îmad Harûn, Hasan Abdalla, Helîm Yusiv, Mahabad Felat Arda, Zara Delibro, Omer DIlsoz, Mizgîn Bingol, Taha Alhamîd, Amed Çeko Jiyan, Berzan Îso, Masîro Bêkes, Dawud Çîçek, Can Êzîdxelo, Ciwanê Abdal, Omran Cizîrî Rojava, Rojnamevanên Bêsî.

Daxuyaniya vê komê jî wiha ye:

Em rapora saziya Rojnamevanên sînornenas ya derbarê rewşa Rojava de ku bi sernavê (HOW KURDISTAN’S PYD KEEPS THE MEDIA AND NEWS PROVIDERS IN LINE) hatiye amadekirin dûrî rastiyê dibînin û wê wekî raporeke siyasî ya bi armanca têkbirina rewşa Rojava û destkeftiyên kurdan hatiye amadekirin. em wekî rojnamevan û rewşenbîrên kurd vê raporê ji rastiyê dûr dibînin û bang li kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin. hêjayî gotinê ye ku rojnamevan Mesud Hamid wekî amadekarê vê raporê hatiye destnîşankirin lê Mesud Hamid bi xwe jî di hevpeyvîneke xwe ya bi Radyoya dengê Amerîkayê re ew yek derewand û got ku ew raporeke siyasî ye ne li gorî pernsîbên rojnamevanî hatiye amadekirin.

Em jî mîna malpera amidakurd.net (Amîda Kurd)ê, helwesta rewşenbîrên kurd parve dikin û vê rapora li dijî prensîbên rojnamevanî û ehlaqî, şermezar dikin. Her wiha bang bi taybet li hemû rewşenbîr, nivîskar, rojnamevanên kurd ên bi wijdan dikin ku helwesta xwe ya li dijî vê rapora ji armancên esasî dûr, diyar bikin.

Amîda Kurd