1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji roja ku leşkerên dîl hatin berdan hinek not
Ji roja ku leşkerên dîl hatin berdan hinek not,ji,roja,ku,leşkerên,dîl,hatin,berdan,hinek,not

Ji roja ku leşkerên dîl hatin berdan hinek not

A+ A-

Demhat TOLHIDAN / Sîpan CÛDÎ Rojek berê li Qadên Parastin Medya rojek girîng pêk hat. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo da destpê kirin, pêngava şênber ya destpêkê berdana leşkerên dîl bû. HPG’ê yek endamê qeymeqam, yek polîs, 6 leşker bi giştî 8 dîlên di destê xwe de bi merasim û protokolekê teslîmê heyeta ji Tirkiyeyê çûbû kir.

Li ser vê agahiyê em çûn qadên gêrîla. Di demjimêrên sibê de em li qadê bûn. Gerîlayên HPG’ê amadekariyên xwe temam kiribû, ewlehiyeke berfireh hatibû girtin.

Leşkerên dîl ji qada merasîmê 300 metre dûr bûn. Komeke rojnameger ku di nava wan de nûçegihanên Nûçe Tv, Sterk û DÎHA’yê hebûn dîl kişandin. Piştî dîmenên destpêk hatin serwîskirin, em li bende heyetê man.

Leşkerên dîl ji ber dihatin berdan kelecana wan zêde bû. Tiştên berê hatibû serê dîlan ew ditirsandin. Ji ber wê nedixwestin bi gerîlayan re bikevin heman kareyê. Leşkerên ku du salên xwe bi gerîlayan re derbas kir, me jê pirsî hun çima îro wisa tevdigerin, wan jî got: Dê van wêneyan lêkolîn bikin, ger tiştekî samîmî bibînin dê me bikin girtîgehê.

Hevoka berbaz Abdullah Sopçeler a di derbarê pêvajoyê de bala me kişand: Pêvajo baş diçe lê dibe ku Kiliçdaroglu û Bahçelî pêvajoyê darbe bike.” Çawîşê Pispor Zîhnî Koç ji gerîlayan re wiha got;Em niha diçin lê înşalah di demeke nêzîk de em di hawireke demokratîk û azad de hevdû din bibînin.” Yanî di navbera gerîla û leşkerên dîl de henek hatin kirin û heta nîqaşên siyasî, hewayeke gelek erênî hebû. Wisa xuyabû ku leşker gelek di bin bandora gerîla de mane. Ev du sal bû ji aliyê dewletê ve hatibûn jibîrkirin. Dizanibûn ku ew serbestberdana xwe deyndarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanin.

JI ROJNAMEYAN RE QEDEXE

Gelek rojnamegerên biyanî jî merasim şopand. Li ser daxwaza hikûmeta AKP’ê ketina qadê ya rojnamegeran ji Hikûmeta Federal a Kurdistanê ve hat asteng kirin. Destûr nedabûn gelek rojnamger ji Hewlêrê derkevin. Hinek rojnamegeran ewlehî derbas kiribûn û gihiştin qada merasimê. Heyet dema hat qada merasîmê, dema artêşa rojnamegeran dît, vegeriya. Rayedarên hikûmetê dixwestin rojnameger ji qadê derkevin. Rayedarên HPG’ê jî diyar kir ku, rojnameger azadin, divê neyên asteng kirin. Piştî hevdîtinên hatin kirin krîz hat çareserkirin, heyet ket qadê û ji rojnamegeran re qad hat vekirin. Sedema ku dîlan ji çapemeniyê vedişêrin pir vekiriye; di mijara leşkerên dîl de PKK xwedî îmajeke girînge. AKP’ê nedixwest rayagiştî rastiyê bibîne. Helwesta hikûmeta herêmê, ji bicîhanîna daxwaza AKP’ê wêdetir nîn bû.

HEVDÎTINA HEYETÊ Û GERÎLAYAN

Dema heyet ket qadê ji aliyê Fermandarê HPG’ê Suleyman Şahîn (Bawer Dersim), Zulkîf Palo, Samet Amed ve hatin pêşwazîkirin. Hevdîna li pêşberî dehan kamerayî veguherî hevdîtinek germ. Di navbera heyet û heyeta gerîlayan de civînek kurt hat kirin.

Parlamenterên di nav heyeta BDP’ê de cih digirt daxuyaniyek kurt dan û got: “Emê bigirin û bibin cem malbatê we. Hêviya me ev e ku ev bibe wesîleya aştiyê.” Parlamenter Adîl Kurt ji dîlan pirsî; pêkanînek xerab an jî îşkece li we hat kirin? Piştî vê pirsê her kes keniya û ev pirs pir komîk hatibû. Leşkeran got wan tu pêkanînek xerab nedîtine. Piştî vê hevdinê derbasî merasimê bûn. Endamê Konseya HPG’ê Bawer Dêrsim axivî.

Dêrsim got, ew li ser banga serokatiyê dîlan berdidin û diyar kir ku, ewlehî û tenduristiya wan bi awayekî herî baş li ser hatiye rawestandin. Dêrsim got, li gorî peyamana hiqûqî ya navnetewî tevgeriyane. Serokê giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan got; Me bi taybet ji dîlan pirsî, lê gotin tu pêkûtiyek xerab li wan nehatiye kirin.

BAZAR NE MIJARA GOTINÊ YE

Dêrsim da zanîn ku, armanca berdana van leşkeran bi giştî mirovahiye û tu bazar an jî daxwaz ne mijara gotinê ye. Serokê Mazlum Derê Faruk Unal jî got ew pêvajoyê girîng dibînin û pêngavek girînge. Piştre protokol hatin îmzekirin û leşker hatin berdan.