1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji rojnameya Swêdê weşana Kurdî
Ji rojnameya Swêdê weşana Kurdî,ji,rojnameya,swêdê,weşana,kurdî

Ji rojnameya Swêdê weşana Kurdî

A+ A-

MURAT KUSEYRİ - STOCKHOLM 18.07.2014 07:15:42 Rojnameya Sydsvenskan a 330 hezar tîraja wê heye û li Başûrê Swêdê tê weşandin, di meha îlonê de beriya hilbijartinên herêmî zaravayên kurmancî û Soranî ya Kurdî jî têde bi giştî dê bi 14 zimanan weşanê bike.

Ji 1’ê îlonê û şûnde dê rojname der barê hilbijartinan de hemû nûçeyan wergerîne zimanan. Rêveberên rojnameyê bi saya vê dê der barê geşdanên li Swêdê agahiyan bide penaberên ku ziman nizanin.

Berpirê rojnameyê şefa bazarkirinê Katarîna Lîljenberg diyar kir ku bajarê Malmo ya Swêdê xwedî nifûseke pirçandî ya mezine û got armanca wan eve ku xwe bigihînin girseyên herî mezin.

Lîljenberg diyar kir ku li Swêdê di hilbijartinên herêmî de mafê penaberên ku ne welatiyên Swêdêne, yê bikaranîna dengan heye û got penaberên Swêdkî nizanin jî divê nêrîna ku diparêzin bizanibin.

Rojname dê bi Arnavutî, Erebî, Boşnaqî, Hirvatî, Sirpî, Îngîlîzî, Fransî, Kurdî-Kirmanckî, Kurdî-Soranî, Çîn, Puştu, Fars, Somalî û Taylandî weşanê bike.

Dê bi zaravayên Kurdî ya Soranî û Kirmanckî weşandê bikin.

Lîljenberg got li herêmê gelek kesên ji Latîn Amerîka, Suryanî û Tirk ku li herêmê dijîn bi zimanê wan weşan nayê kirin û got: “Sedemek vê ya taybet tune. Me got zêdetir ev ziman li herêma me tên bikaranîn. Ji ber vê me wisa kir. Lê ger bi zimanên din jî daxwaz hebe, em bo vê vekirîne. Di rewşa ku em wergervan bibînin de emê weşanê bikin.

KARÎKATORÊN MUHAMMED WEŞANDIBÛN

Vê rojnameyê di 13’ê Sibatana 2008’an de karîkatorê Hz Muhammed weşandibû û rastî bertekên tund hatibû. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Peter Melîn roja ku karîkator weşnad qeyrana dil derbas kir û mir.

LI WERGERVAN DIGERIN

Lîljenberg diyar kir ku ji bo wergervanan bibînin dê îlanê bidin rojnameyê û got kesê serî li rojnameyê didin jî divêe ziman baş zanibin û ligel vê agahiya wan ya der barê rojnamegeriyê de jî hebin.

Her wiha hate xwestin ku kesên dixwazin wergerê bikin divê azmûna ziman ya di rupela rojnameyê de bikin û kurte jiyana xwe bişînin bişînin rojnameyê.

Serlêdan dê di 1’ê îlonê de destpê bike û heta 14’ê îlonê dê bidome.