1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Rêveberiya Efrînê ji bo cejnê banga hişyariyê
Ji Rêveberiya Efrînê ji bo cejnê banga hişyariyê,ji,rêveberiya,efrînê,ji,bo,cejnê,banga,hişyariyê

Ji Rêveberiya Efrînê ji bo cejnê banga hişyariyê

A+ A-

EFRÎN – Desteya Karên Hundirîn a Kantona Efrînê cejna Remezanê li welatiyan pîroz kir û bang li hemû welatiyan kir ku ji bo cejn bi şahî derbas bibe, fîşekan navêjin.

Desteya Karên Hundirîn a Kantona Efrînê cejna Remezanê li tevahî Umeta Îslamê û bi taybet welatiyên Rojava û Efrînê pîroz kir. Desteyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû welatiyan kir ku ji bo cejn bi şahî derbas bibe, fîşekan navêjin û li gorî zagonên aştiyê tevbigerin.

Daxuyaniya Desteya Karên Hundirîn wiha ye:

“Em cejna Remezana pîroz li hemû welatiyên Efrînê pîroz dikin. Em soz didin ku em ê heta dawî ji bo pêkanîna azadî, demokrasiyê û parastina rûmeta welat bi hemû rengên wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di vê demê de em cejna pîroz û karwanên şehîdan bi tilîliyên dayîkan pêşwazî dikin. Em bi hêvî ne li gel we ev şahiyên welat aram derbas bibe.

Em bang li welatiyan dikin ku li gorî biryarnameyên beriya niha ji aliyê Desteya Karên Hundirîn derbarê şahî û cejnan de hatine derxistin, tevbigerin. Em dibêjin şahî ne bi avêtina fîşekan e û ne tiştekî şaristanî ye.

Em ji hemû welatiyan dixwazin ku bi rihekî berpirsiyar li gorî van zagonan tevbigerin û aştiya giştî biparêzin. Kesên van zagonan pêk neynin dê ji aliyên hêzên Asayîşê û aliyên têkilîdar ve rastî lêpirsîna qanûnî werin.”

(jh/ra)

ANHA