Ji Rêveberiya Rojava soza tolhildanê
20.08.2015 08:48 Nûçe, Sernûçe
NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) bi daxuyaniykê êrîşa li dijî herêma sînayî ya taxa Enteriyê şermezar kir û got êrîşê têkçûna DIAŞ’ê nîşan dide. Kordînasyonê soza intîqamê û tolhildana cangoriyan da.
Kordînasyona GIştî ya Meclîsên Rêveber ên sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanê û Efrîn) têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî herêma Sînayî ya taxa Enteriyê ya Qamişlo daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku gelê Rojava dê heta avakirina Roajvaya Azad û Sûriya Demokarîk dê şopa cangoriyên azadiyê bişopînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji destpêka Şoreşa Roajva û hêzên YPG’ê serkeftinên xwe roj li pey roj bi dest dixe û ev tişt hate gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê di herêmê de têk çûn, ji ber vê yekê dest bi êrîşên terorîst ên li dijî nirxên mirovahiyê dike. Ev êrîşên bi vî rengî têkçûna projeya DAIŞ’ê ku bi pişgiriya AKP’ê pêk dihat nîşan dide.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşa Qamişlo ku di encmaê de hejmarek welatiyan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 50 kesî birîndar bûne, her wiha ziyana madî ya zêde çêbûye hate şermezarkirin û soza intîqama ji cargoriyan re ahte dayîn.
Di dawiya daxuyaniyê de kiriyarên çeteyên DAIŞ’ê wekî kiriyarên li dijî nirxên mirvahiyê hatin binvkirin û ev tişt hate gotin: “Êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê û yên li pişt wan nîşana têkçûna wan a beranberî berxwedana hêzên YPG’ê, hêzên Asayîşê, hêzên erka xweparstinê û hêzên din ên li pişt wan nîşan dide. Em soz didin şehîdên xwe yên bi rumet ku em ê li dijî çeteyan bê deng nemînin û em ê hemû xaka welatê xwe ji çeteyan paqij bikin. Em soz didin şehîdên xwe jî ku em ê li wefedarê bîranînên wan bin. Em sersazî ji malbatên şehîdên xwe re dixwaizn û şîfayê ji birîndar ra dixwazin. Em soz didin ku em ê heta pêkanîna Rojavaya Azad û Sûriya Demorkatîk tekoşîna xwe bidomînin.”
(dc)
ANHA