1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê alarma Ebola
Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê alarma Ebola,ji,rêxistina,tenduristiyê,ya,cîhanê,alarma,ebola

Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê alarma Ebola

A+ A-

CENEVRE 02.07.2014 07:10:44 Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, piştî ku li Rojavayê Afrîkayê 467 kesan ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan, ket nav alarmê.

Saziyê diyar kir ku ji 23'ê Hezîranê û vir ve di serî de li Gine, Liberya û Sierra Leonê li Rojavayê Afrîkayê 68 kes ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dane û bi vî rengî hejmara mirovên di nava sê mehên dawî de li herêmê ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan, derketiye 467 kesan.

Li ser vê yekê Wezîrên Tenduristiyê yên Côte d'Ivoire, Malî, Gîne ya Nû, Senegal, Uganda, Kongo, Gambiya û Gana bi pisporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re li Accra'yê civîna krîzê lidar xistin.

Şewba Ebola ku yek ji vîrusên herî kujer ê li cîhanê tê pênasekirin, beriya niha jî rû dabû, lê belê ji herêmê derneketibû. Ji ber ku di nava sê mehên dawî de şewbê bandor li gelek welatan kir, pisporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê matmayî mane.

Li Rojavayê Afrîkayê vê gavê 150 pisporên rêxistina tenduristiyê hene. Pispor dixwazin li welatên Afrîka Rojava tedbîrên karantîna yên li qadên berfireh bigirin.

Nexweşiya Ebola bi ketina vîrusa bi heman navî li nava beden destpê dike. Bandora destpêkê ya vîrusê di nava 2 û 21 rojan de derdikeve holê. Nîşaneya nexweşiyê ku bi sincirîna beden destpê dike, bi xwîn û xesara li sîstema navendî ya sinir re rê li ber mirinê vedike.

Tedawiyeke Ebola ya tê zanîn nîne. Li nava xwezayê hilgirê yekane yê Ebolayê, weke şevşevokên xweser ên Afrîka Başûr tên zanîn.