1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ji sedî 58.5'ê jinan rastî tundiya malê tên'
'Ji sedî 58.5'ê jinan rastî tundiya malê tên',ji,sedî,58,5,ê,jinan,rastî,tundiya,malê,tên

'Ji sedî 58.5'ê jinan rastî tundiya malê tên'

Navenda Piştevaniya Jinê ya Jiyanê ya Dersimê, der barê tundiya li ser jinê lekolîn kir.

A+ A-

Di lêkolînê de derket holê ku li Dêrsimê ji sedî 58.5 rastî tundiya hundirê malê tên. Ji sedî 25.2' jî rastî tundiya fîzîkî ji sedî 38.1 jî rastî tundiya derûnî tên. Ji sedî 26.9 jî rastî tundiya devkî, ji sedî 1.8 jî rastî tundiya zayendi û ji sedî 8 jî rastî tundiya aborî tên.

Jin ku di cîhanê Tirkiyeyê û herêmê de her tim wekî cîna duyemîn tên dîtin û mafê wan ê zayendî tê binpêkirin di gelek qadê jiyanê de mafê wê wan tê xwarin û rastî neheqiyên giran tên. Jin li Tirkiyeyê jî di qada siyaset, aborî, civakî û jiyanê de rastî zext û zordariyêngiran tên. Jinên ku di gelek qadên jiyanê de mafê wan ên bingehîn tê binpêkirin xwe amade dikin ku di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li li dijî Jinê ya Navneteweyî dakevin kolanan û mafê xwe bixwazin. Li Tirkiyeyê ku di gelek qadên jiyanê de mafê jinfê tê binpêkirin li nava malê jî rastî tundiyê tên. Li Tirkiyeyê her rojê 5 jin bi hinceta "xapandin", "Hezkirin," "evîn" ''namus" û hwd rastî lêdanê tên û tên qetilkirin. Li gel vê yekê jî ji bo parastina mafê jinan di aliyê zagonan de tu gav nehatine avêtin. Gelek jin di hundirê malê de ji aliyê hevser, bira, bav û xizmên xwe de rastî tundiya hişk tên. Gelek zilam, bi hinceta peyv anîye ser malbetê, rûmeta malbatê xistiye bin piyan rastî neheqiyên giran tên.

Li Dêrsimê ji sedî 25.2 jin rastî tundiya fîzîkî tên'

Navenda Piştevaniya Jinê ya Jiyanê ya Dersimê, beriya 25'ê Mijdarê li Dêrsimê der barê tundiya li ser jinê lekolîn kir. Di lêkolînê de derket holê ku li Dêrsimê ji sedî 58.5 rastî tundiya hundirê malê tên. Ji sedî 25.2' jî rastî tundiya fîzîkî ji sedî 38.1 jî rastî tundiya derûnî tên. Ji sedî 26.9 jî rastî tundiya devkî, ji sedî 1.8 jî rastî tundiya zayendi û ji sedî 8 jî rastî tundiya aborî tên. Navenda Jinan li 7 taxên Dêrsimê bi 225 jinan re rû bi rû anket amade kir. Jinan di anketê de pirsên "Hûn rastî tundiya çawa tên? û ji sedî 25.2' bersîva tundiya fîzîkî, ji sedî 38.1 tundiya derûnî, ji sedî 26.9 tundiya devkî, ji sedî 1.8 tendiya zayendî û ji sedî 8'an jî got em rastî tundiya aborî tên. Di pirsa anketê ya "Hûn rastî tundiya nava malbatê tên?" jî ji sedî 58.5'an got "Erê" ji sedî 41.5'an jî got "Na" Di pirsa anketê ya "Di malê de yê tundiyê pêk tîne kiye?" ji sedî 79.2'an hevser, ji sedî 4.2 bav, ji sedî 2.8 dayik, ji sedî 1.4 bira, ji sedî 9 yan jî bersîva yên din tundiyê pêk tînin dan.

'Jin ji ber şermê dengê xwe nakin'

Di anketê de Navenda Jinan pirsa "Hûn çiqas rastî tundiyê tên?" pirsî û ji sedî 18.6'an bersîva her roj, ji sedî 12.1'an ji 2-3 rojan carekê, ji sedî 15'an hefteyekê carekê, ji sedî 38.6'an mehê carekê û ji sedî 15.7'an jî ji salê carekê em rastî tundiya zilam tên dan. Jinan li hemberî pirsa anketê ya "Jin bêtir li ku rastî tundiyê tên?" jî ji sedî 47.3'an li malê, ji sedî 47.8'an li her derê, ji sedî 0.9'an di otobus û dolmîşan de em rastî tundiyê tên" dan. Jinan li hemberî pirsa anketê ya "Jinên ratî tundiyê tên çima bertek nîşan nadin" jî bersîvên balkêş dan. Ji sedî 10.8'an ji bo zarokên xwe, ji sedî 3.2'an ji ber şerm dikin, ji sedî 2.3'an ji ber pirsgirêka aborî, ji sedî 1.8'an cihê ku lê bistirin tune, ji sedî 81.5'an hemû sedem da.

Jinan li hemberî pirsa "Li gorî we jin çima rastî tundiyê tê?" jî ji sedî 68.8'an bersîva Zilam ji bo jinan di bin kontrola xwe de bihêlin" ji sedî 3.2'an ji ber ku zilam jinê wekî namûsa xwe dibine, ji sedî 14.5'an jî bersîva "Hemû" da.

'Jin tundiya zayendî û fîzîkî vedişêrin'

Jinan li hemberî pirsa anketê ya "Li gorî we lêdana ku mafdar bê qebûlkirin heye?" jî bersîvandin. Ji sedî 92.8'an lêdana bê qebûlkirin tune. Ji sedî 3.6'an fikra xwe diyar nekir. Ji sedî 3.6'an di hin cihan de dibe ku mafdar be dan. Jinên Dêrsimê ji sedî 5.5'an diyar kirin ku ketine nava hewldana întîharê. ji sedî 27.9'an diyar kirin ku fikirîne, ji sedî 66.7'an diyar kirin ku întîhar nefikirîne. Ji 95.9'ê jinan jî stargeha jinê xwestin.

Civaknasa Navenda Piştevaniya Jinê ya Jiyanê ya Dersimê, Ozlem Uç Çiçek, anket nirxand û diyar kir ku armanca wan ne tenê anket e û wiha got: "Me xwest em raste rast bi jinan re têkevin dan û stendinê û wan ji nêzîk ve nas bikin. Me xwest pirsgirêkê wan rast tespît bikin û li ser vê tespîtê pirsgirêkê wan çareser bikin. Çîçek, anîn ziman ku ewil jinên ku rastî tundiya fîzîkî û zayendi tên vedişêrin û piştî hevdîtin diyalogê li xwe mikur tên ku rastî tundiya fîzîkî û zayendî tên. Çiçek, bilêv kir ku tundî tenê ne fîzîkî ye û aliyên devkî, derûnî, aborî û siyasî jî cureyên tundiyê ne û xwest êdî jin cureyên tundiyê baş nas bikin û li gorî wê xwe biparêzin û li mafê xwe xwedî derkevin.

Çîçek, destnîşan kir ku jin li her derê ratî tundiyê tên û armanca wan ewe ku hişyariyê pêş bixin.

DİHA