Ji sedî 70 Îskeletê dînozorê 60 ton temam bûye
BUENOS AIRES 05.09.2014 07:48:58 Li Arjantînê beşek mezin ji hestiyên dînozorê ku nifşê wî bi mîlyonan sal berê qediyaye, anîn cem hev. Ji sedî 70'ê hestiyên dînozorê dêw ku wek Tîtanozor tê binavkirin hat temamkirin.
Ji Zanîngeha Drexel a DYA’yê zanistan li ser Tîtanozorê li Arjantînê hatiye dîtin lêkolînek kirin û encamên wê weşandin. Lêkolîna di kovara Nature Scientific Reports de hat weşandin, bejna dînazorê dêW 25 metre û giraniya wî jî nêzî 60 tonî ye.
Dînozorê ku navê Dreadnoughtus lê hat kirin bi qasî mezinahiya avahiyekê ye û hat gotin ku boça xwe jî wek çeka parastinê bi kar aniye. Hat gotin ku ev dînazor di dema xwe de dehbayek gelekî bi tirs û xof bûye.
Tê texmîn kirin ku nêzî 66 û 84 mîlyon berê ev dehba jiyaye û tê gotin ku ji sedî 45’ê hestiyên wî hatine dîtin. Tê gotin ku ji serî û stûyê wî hinek hestî nehatine dîtin û hestiyên din hemû hene.
Zanist diyar dikin hedefa wan ev e ku bi îskeletê agahiyên zelal yên der barê jiyana dînozorên ku hemû tune bûne de bi dest bixin.