Ji sivîlên Sûrê agahî nayê girtin
AMED (DÎHA) - Dorpêça navçeya Sûrê û qedexeya kolanan di roja 89'an de didome. Ji serê sibê de dîsa dengê tang û topan bilind dibe. Ji welatiyên di bin dorpêça hêzên dewletê û jêrzemînan de asê mane jî agahî nayê girtin.
Hêzên dewletê, 89 rojin Navçeya Sûrê dorpêç kiriye û kolan li welatiyan qedexe kiriye. 89 rojin bê navber bi tang û topan navçeyê topebaran dike. Nêzî 200 welatiyên di jêrzemînên malên xwe de asê mane jî herî dawî di 27'ê Sibatê de bang kiribûn ku ablûkayê bişkînin û derbasî Sûrê bibin. Li navçeya Sûrê îro jî ji serê sibê de dengê tang û topan bilind bû. Ji welatiyên ku duh der barê rewşa xwe de agahî dan û banga xwe bilind kiribûn agahî ji wan nayê girtin. Li Sûrê ku di saetên sibê de sewqîyata leşkerî hat kirin, li taxên berxwedanê 6 teqînên mezin pêk hatin. Dengê teqînên pêk hatin li taxên dervê bajar jî hatin bihîstin.
Li ser Sûrê tevgera helikopteran jî balê dikişîne ser xwe.
(mae)