1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji Suer li Brukselê pêşangeh
Ji Suer li Brukselê pêşangeh,ji,suer,li,brukselê,pêşangeh

Ji Suer li Brukselê pêşangeh

A+ A-

AMED (DÎHA) - Pêşangeha duyemîn a li derveyî welat a wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer li paytexta Belçîkayê li Brukselê di Hefteya Çanda Kurdî de vedibe. Suer, bi wêneyên xwe dê bajar, çand, huner û mirovê kurd bide nasîn.

Di pêşangeha Mehmet Masum Suer a li Brukselê di Hefteya Çanda Kurd de, ji bajarên Amed, Wan, Mêrdîn û Heskêfê û ji çalakiyên çandî, hunerî û polîtîk 31 wêne dê cîh bigirin. Hefte di navbera rojên 17 û 21ê Îlonê de dê bê lidarxistin. Suer, heya îro 12 pêşangeh vekirine. Pêşangeha wî a yekemîn a li devreyi welat du sal berê li Amerikayê vebibû. Suer, li Başurê Kurdistanê jî li Duhok, Silemani, Ranya, Hewlêr û Maxmûrê bi tevahi 6 pêşangeh vekiriye.

Hefteya Çanda Kurd a Yekemîn ji aliyê 16 saziyên Kurd û Belçikî hate amade kirin. Çalakiyên hefteyê dê di 17yê İlonê de bi meşa Hefteyê dest pê bike. Beşdarên meşê dê bi cil û bergên Kurdî bimeşin. Bûk û zavayek jî bi cil û bergên Kurdî dê di meşê de cih bigirin. Evara roja yekemîn konserta hunermend Tara Jaff û temaşe kirina fîlmê Nuray Şahin he ye. Di hefteya ku dê 5 rojan berdewam bike de konserta Mehmet Atli, temaşe kirina fîlmên Hiner Saleem û Yilmaz Guney û çend fîlmên din, pêşangeh û danasîna xweranên Kurdî, pêşangeha wêneyan a Colin Delfosse a bi navê 'Amazonên PKK'yî' ku gerilayên jin dide nasîn, koma govendê û gelek çalakiyên din jî wê bên lidarxistin.

Wênekêş Suer, ji ber pêşangeha xwe a li Brukselê kefxweşiya xwe anî ziman û wiha axivî: "Jî bo min pêşangeh û xebatên li derveyî welat pir girîng in. Ji ber ku ez bi wêneyên xwe dixwazim çand, huner, mirovê Kurd û welatê xwe bidim nasîn. Di demên pêş de armanca min ew e ku ez li Parîs, London, Berlîn û Viyanayê jî pêşangehan vekim."

(bd)


Bêjeyên Miftehî