Ji Sûrê bangawaziya dawî - DEQEYA DAWÎ
"Em saetên xwe yên dawî dijîn. Banga me ya dawî ye. Bila êdî gel rabe li ser piyan. Çi dibe bila be bilav bikevin, bila bibînin çi dikin."
AMED (DÎHA) - Cuneyt Abîş ê ji Sûrê di bin bombebarana dijwar de li ajansa me geriya diyar kir ku cihê ku di nav de ne li ber hilweşînê ye û wiha got: "Em saetên xwe yên dawî dijîn. Banga me ya dawî ye. Bila êdî gel rabe li ser piyan. Çi dibe bila be bilav bikevin, bila bibînin çi dikin."
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşa hêzên dewletê ya li hemberî nêzî 200 sivîlên du di nav de birîndar, zarok, jin û êxtiyar jî hene serê sibehê saet ji 04.00'an vir ve dijwartir bûye. Yek ji welatiyên ku di bin êrîşê de ne Cuneyt Abîş bi telefonê li ajansa me geriya û ji bo Sûrê bangawaziya dawî kir.
Tiştên ku Cuneyt Abîş vegot wiha ye:
Ev li gelê Amedê nayê
"Niha rewşa me; dibe ku piştî du-sê saetan ev der di bin tankan de bimînin. Hema li ber avahiya me ne. Em qerebalix in. Gelê vê derê pir rehet dikarin razên. Bi yek du bombeyên gazê ve reva li hundir qet li gelê Amedê nayê. Ev bombeyên ku davêjin li ser me, tantên top davêjin, gazên îsotê yên tên avêtin, zehmetiyên ku em li vir dikişînin tu kes nizane. Em li vir têkoşîna jiyanê didin.
Gel miriye ne xema wan e
Êdî ez nizanim çi bibêjim. Nêzî milyonek mirov li vê derê hene, hemû kes jiyana xwe dijîn, hemû kes li berjewendiyê xwe dinêrin. Gelê vê derê mirine , nemirine ne xema wan e. Dibêjin bila demek beriya deman Sûr bê paqijkirin û em jî li kêfa xwe binêrin.
Bila êdî gel bikeve
Di nava van bombeyan de em ê çiqas li korîdorê bawer bikin, hûn bibêjin. Bîhistina van dengan jî bes e. Li her derê gule tên. Rasterast gulebaran dikin, em ê çawa derkevin. Çi dibe bila be bila gel bikeve vê derê. Bila êdî gel bikeve, bila bibînin çi dikin.
Banga me ya dawi ye: Bila gel rabe li ser piyan
Êdî cihê ku em disekinin li ber hilweşînê ye, cihekî sawlem nemaye. Wekî yên li vir ne gel in, zindî ninîn. Bi awayekî ku mahkumî mirinê hatine kirin bi hemû çekên xwe ve bi ser me de tên. Êdî zarok jî bi van dengan dikenin. Lîstikên xwe dilîzin. Em saetên xwe yên dawî dijîn. Ma em telefonên xwe bigirin? Banga me ya dawî ye, bila êdî gel rabe li ser piyan."
(sa)