Ji TEV-DEM: Em dê we biparêzin
Ji TEV-DEM'ê ji bo gelan bang: Em dê we biparêzin
Heleb - Tevgera Civaka Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê (TEV-DEM) got; “Em pêşeroja xwe li ser bingehekî nû ji nû ve ava dikîn.” Her da zanîn ku, hêjan her tişt bidawî nebûne û li beramberî provakasyonan banga “yeketiyê” kir. TEV-DEM’ê bang li gelên Ereb, Ermenî û Asûrî-Kildanî kir ku li cem gelê Kurd cih bigirin û her wiha soza parastina wan da.
Rêxistina sîwan ya ku partiya li herêmê ya herî mezin PYD’ê jî digire nava xwe, piştî ku di rojên 19 û 20’ê Tîrmehê rêveberiya Kobanî û Efrînê kete destê gel daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya TEV-DEM’ê ya ku tê de nirxandina pêşketinên rojên dawî, bang û hişyarî tê de ku gihaye destê ANF’ê wiha ye:
Tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê û gelên Sûriye ya bi armanca avakirina dahatûyeke demokratîk û azad ketiye qonaxeke diyarkirina çarenûsê. Di vê sala dawiyê de, di serî de gelê kurd, tekoşîna hemî gelên Sûriye ya li dijî paşverotiya rejîma Baas astekî nû bi dest xistiye. Vê tekoşînê, bi konferansa Cenevre û Qahîrê, qonaxeke nû afirand. Me bi gelek egeran, beriya niha jî behsa vê qonaxê kir.
Di vê qonaxa çarenûssaz (diyarkirina çarenûsê) de, gelê Rojavayê Kurdistanê, roja 19'ê Tîrmehê li Kobanê, 20'ê Tîrmehê jî li Efrînê, bi pêşengiya meclîsên gel, dest danî ser rêveberiyê û pêngavekî dîrokî avêt. Li gel hemî hewldanên kes, hêz û derdorên mafên demokratîk ên gelê Kurd qebûl nakin û dixwazin gelê kurd di nava statûya sedsala 20. de bihêlin jî, ev pêngavên gelê kurd avêtine, pêşketinên girîng in û wê dahatûya Sûriyeyê destnîşan bikin. Bê guman bidestxistina rêveberiya 2 bajar û bajarokekê ji aliyê gelê kurd ve, bi yek carê derneketiye golê û ne pêşveçûneke di encama bûyerekê de çêbûye. Gelê Rojavayê Kurdistanê ev e çendîn sal in ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşe. Berdêlên gelek giranbiha di vê tekoşînê de feda kirine. Di nava 15 mehên dawiyê de jî, ji bo xwe bi rêxistin bike, tekoşîneke berfireh û dijwar a îdeolojîk û rêxistinî bi rêve biriye û kedek mezin daye. Eger ev kevneşopî û rêbaza berxwedanê ya gelê kurd neyê dîtin, wê ev pêşveçûnên di nava van 4 rojên dawiyê de baş neyê fêmkirin.
BI RÊXISTIN Û TEVGER BIN
Em dahatûya xwe, li ser hîmên azadiyê ji nûve saz dikin. Ev kêlî û bîstên wisa, demên herî bi kelecan, herî dînamîk û çalak û afrêner ên dîrokê ne. Em di rojên serkeftinê yên şoreşêde ne. Di rojên wisa de, di tekoşînê de newendakirina kontrola tekoşînê ji her tiştî girîngtir e. Di demên şoreşê de, dijberên şoreşê jî bêkar û vala na rawestin. Ev hêz, wê bi gelek rê û rêbazan hewl bidin tekoşîna şoreşgerî ya bi dîsîplîn û kontrol provaka bikin û ji rê derxin. Li beramberî vê, em bang li hemî Kurdistaniyan dikin da ku bi rêxistin û tevger bin. Di van demên dîrokî de, ya ku me bigehîne serkeftinê wê asta rêxistibûn û tevgerê ya gelê Kurd be.
GAV BI GAV SAZIYÊN XWERÊVEBIRINÊ XISTINE DEWRÊ
Gelê rojavayê Kurdistanê, gav bi gav saziyên xwerêvebirinê xistine dewrê. Ev li welatê me rewşekî nû ye. Em bang li hemî gelê kurd û Kurdistanê dikin da di vê qonaxa dîrokî de li erk û wezîfeyên xwe xwedî derkevin û ji her demê zêdetir hayedar û hişyar tevbigerin.
ŞOREŞA AZADIYÊ BI TEMAMÎ NE GEHIŞTIYE SERKEFTINÊ
Gelê me, di van rojên dawiyê de, mafên xwe yên ji aliyê rejîma faşîst, şovenîst û zordar a Baasê ve hatine desteserkirin bi hêza xwe bi dest dixe û saziyên bajarên xwe ji destê rejîma Baas rizgar dike. Em bi baldarî û girîngî dixwazin bêjin ku hêj her tişt bi dawî nebûye. Şoreşa azadiyê bi temamî ne gehiştiye serkeftinê. Pêwîste em zanibin ku ev qonax nû destpê dike û em hêj di destpêka vî karî de ne. Nêzîkatî û helwesta rast pêwîste li gor vê têgehiştinê pêş bikeve. Pêwîste gelê me zanibe ku rêveberiyeke adil, wekhev û azad bi beşdariya gel a rêveberiyê mumkun e. Lewra em bang li gel dikin da ku beşdarî rêveberiyên bajaran bibe. Gelê me bila destkeftên xwe bi parêze. Hemû saziyên rêveberiya bajaran ên hatine bidestxistin pêwîste bêyî rawestan û valahî çêbe, kar û barên xwe berdewam bikin. Hemû sazî û derfetên ku hatine bi destxistin lazime bê zanîn ku wê herdem ji bo gel pêwîst bin û li gor vê zanînê, di xizmeta gel de bêne bikaranîn. Di vê çarçoveyê de em helwest û tevgera gelê Kobanê, Efrîn û Cindirêsê ya bi dîsîplîn, bi berpirsyarî, bi rêxistin û şoreşgêrane pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev helwesta wan li bajarên dî yên kurdistanê jî weke nimûne û mînak bê dîtin û gelê me li gor vê tevbigere.
Pêwîst e Kurdistanî refên yekîtiyê di navbera xwe ji herdemê zêdetir bi hêz bikin. Di serî de kurdên li bajarên derveyî Kurdistanê yên wekî Şam, Heleb û deverên dî pêwîste rêxistinbûn û refên yekîtiyê bihêztir bikin. Em bang li hemî Kurdên li van deveran dikin da ku hevgirtin û piştevaniya di nava xwe de bê hêz û tekûz bikin. Em ji wan hêvî û daxwaz dikin ku li gor armanca "Sûriyeya demokratîk, kurdistana xweser" hêza xweparastinê xurt bikin û bi awayekî rêxistinkirî û bi tevger helwestê raber bikin.
LI GORÎ PEYMANA MECLÎSAN TEVBIGERIN
Weke TEV-DEM'ê, em careke dî radigehînin ku emê dilsoz û girêdayê peymana yekîtiyê ya di navbera hêzên Rojavayê Kurdistanê de bin û emê li gor pêdiviyên vê peymanê tevbigerin. Em bang li gelê xwe jî dikin, da ku ji herdemê zêdetir li gor vê peymana di navbera meclîs û partiyên rojava de hatiye mohrkirin tev bigere. Cîh bi cîh hinek kes û komên bi serê xwe, bê amadekarî û bê serûber tev digerin, pêwîste zanibin ku ev tevgera wan zirarê didin gelê kurd û li gor vê bi berpirsyarî tevbigerin. Em bang li gelê Ereb, Ermenî, Asûrî û Keldanî yê li Kurdistanê jî dikin da ku bi rengê xwe, rêxistin û yekîtiya xwe bihêz bikin û beşdariyeke bihêztir li tekoşîna yekîtiya demokratîk a gelê kurdistanê bikin.
Bi vê egerê, careke dî wekî TEV-DEM’ê em dixwazin ragehînin ku emê di navbera gelên Sûriyê de bi tu awayî cihêkariyê nekin. Ev helwest û rêgeza me ye. Em li ser hîmê hevkarî û bihevrebûna hemî gelên Sûriyeyê, alîgirên jiyaneke hevpar a demokratîk in. Wekî TEV-DEM’ê, alîgiriya xwe ya ji bo yekparebûna Sûriyeyê, em dixwazin li ser hîmê biratiya gelan ava bikin û ji bo vê armancê, wezîfeyên dikeve ser milê me, em amade ne ku ji herdemê bihêztir bînin cîh.
DIVÊ YPG DERGEHÊN XWE JI GELÊN DIN RE VEKIN
Wekî TEV-DEM’ê, em radigehînin ku damezrandina Yekîneyên parastina Gel a beriya demekê bi daxuyaniyekê sazbûna xwe aşkere kirî, em qebûl dikin. Ji bo parastina rewa ya gelê Rojavayê Kurdistanê, alîkarî û piştevaniya dikeve ser me, em ê bidin. Ji bo vê, di serî de ciwanên Rojavayê Kurdistanê, em bang li hemî gelê Kurdistanê dikin da ku piştevaniyê bide YPG'ê. Em bawer dikin ku YPG'e, ne tenê hêza parastina gelê Kurde û hêviya me ew e ku gelê Ermenî, Sûryanî, Asûrî-Keldanî û Erep jî biparêze û dergehên yekîneyên xwe ji bo van gelan jî veke. Em bang li van gelên li Kurdistanê û rêxistinên dî jî dikin da ku beşdariyê li hêzên parastinê bikin û jêre bibin piştevan. Em bawerin ku ev hêz ya parastina Kurdistan û gelên Kurdistanê ye.”
ANF NEWS AGENCY