1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji TEV-DEM’ê banga lidarxistina kongra netewiya Kurdistanê
Ji TEV-DEM’ê banga lidarxistina kongra netewiya Kurdistanê,ji,tev,dem,ê,banga,lidarxistina,kongra,netewiya,kurdistanê

Ji TEV-DEM’ê banga lidarxistina kongra netewiya Kurdistanê

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî bajarê Mûsilê, Tûzxormato, Xaneqînê û avahiyên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir. TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û banga lidarxistina kongra netewiya Kurdistanê kir.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe li bajarê Mûsilê û gelek deverên din zêde kirin, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê kiryarên çeteyan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dawî li dijî welatiyên sivîl li bajarê Mûsilê hemû gumanan ji holê radike ku komployeke li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê bi tevahî û hemû pêkhateyên herêmê ji Ereb, Suryan, Kildan û Aşûran tê meşandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîşên çeteyan komployeke li dijî mirovahiyê ye û ev yek di zêdekirina êrîşan ji aliyê dijminên kurdan ve ji bo têkbirina destkeftiyên gel diyar dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em wekî TEV-DEM’ê bi tundî êrîşên li dijî welatiyên sivîl li bajarê Mûsilê, Tûzxormato, Xaneqînê û avahiyên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û derbasbûyîn ji birîndaran re hêvî dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Em wekî TEV-DEM’ê her tim xwedî helwesteke niştimanî li hemberî hemû êrîşên li dijî her çar parçeyên Kurdistanê bûn. Em di van êrîşan de dibînin ku aloziyê kûrtir dike û şerê mezhebî dijwartir dike. Ev êrîş rasterast li dijî hemû gel Kurd û destkeftiyên wê ye û deriyê şerekî navxweyî dijwar vedike.”

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de banga lidarxistina kongreyeke netewiya Kurdistanê bi awayekî lezgîn kir û wiha hate gotin: “Em bi awayekî lezgîn bang li hemû aliyên kurdan dikin ku kongra netewiya Kurdistanê li dar bixin. Lidarxistina kongrê di vê dema hestiyar de pêwîstiyeke dîrokî ye da ku yekgirtina hemû aliyên kurdî pêk bîne û helwesteke kurdî di vê qonaxa dîrokî de bête diyarkirin.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû partî, rêxistin, hêzên kurdî û demokratîk li seranserî Kurdistanê kir ku berpirsiyartiya xwe ya dîrokî di vê qonaxê de pêk bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên YPG’ê, YPR, HPG û Pêşmergeyan kir ku bi erka xwe ya pîroz di parastina gelê Kurd de rabin û rizgarî û azadiya Kurdistanê pêk bînin.

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wiha bi dawî bû: “Em bang li hemû kurdistaniyên ku malên xwe berdane vegerin welatê xwe û beşdarî parastina axa welat gelê xwe bibin.

(jh)