1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Tevgera Gel banga tevlîbûna YPG'ê
Ji Tevgera Gel banga tevlîbûna YPG'ê,ji,tevgera,gel,banga,tevlîbûna,ypg,ê

Ji Tevgera Gel banga tevlîbûna YPG'ê

A+ A-

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN– Tevgera Gel a Kurdistanê – Sûriyê da zanîn ku şerê li Kobanê şerê man û nemanê ye û bang li hemû alîgirên xwe kir ku tevlî YPG'ê bibin.

Tevgera Gel a Kurdistanê – Sûriyê têkildarî êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêmên Rojava rastî êrîşên herî dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê ku ji aliyê hêzên ku Kurdistan dagirkirine tên. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev demke êrîş li dijî Kobanê pir dijwar dibin û kiriyarên dijmirovahiyê li dijî kurdên sivîl pêk tên.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên siyasî yên kurd, kesayetên serbixwe û ciwanan hate kirin ku di roja ku herêm rastî şerê hebûn û tunebûnê tê pêwîste erka xwe ya netewî pêk bînin û xaka Kurdistanê ji çeteyan biparêzin.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hêzên Kurdistanî hate kirin ku piştgiriya Rojava bikin û wiha hate gotin: ''Armanca êrîşkaran ne tenê Rojavaye, lê êrîşkar armanc dikin hebûna kurdan li ser hemû cografya Kurdistanê tune bikin.''

Di daxuyaniyê de bang li Encumena Niştimanî Kurdî (ENKS), Meclîsa Gel a Rojava (MGRK) û rêxistinên li derveyî wan hate kirin ku xwe li ser nerîna parastinê û helwesta parastina Rojava bikin yek.

Tevgera Gel a kurdistanê bang li hemû alîgirên xwe kir ku piştgiriya YPG'ê bikin û wiha daxuyanî hate domandin: '' Em êrîşên çeteyan şermezar dikin, Em bi hemû hêza xwe piştgiriya hêzên YPG'ê dikin û em bang li hemû alîgiên xwe dikin piştgiriya madî û menewî bi hêzên YPG'ê yên qehreman re bikin. Em ji hemû alîgirên tevgera xwe dixwazin ku berê xwe bidin navendên Asayîşê û tevlî YPG'ê bibin.''

(ie/kn)