Ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê îhraca mucahîdan
Ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê îhraca mucahîdan: Ketîbetul Talîban
ZEYNEP KURAY - STENBOL - ANF Tê gotin ku ji derdora Bagcilar û Gungoren a Stenbolê gelek ciwan dixwazin tevli El Nusra bibin û ji bo li dijî PYD’ê şer bikin dişînin Rojava. Her wiha Y.M yê ku ji sînor ji aliyê malbata wî ve şûnde hat vegerandin balkişand ser komeke mucahîdan ya cuda. Y.M da zanîn ku koma Ketîbetul Talîban ya ku koma mucahîdên tirk de, di nav del gelek ciwanên kurd hene û got: “Her çiqas ev cemaat ciwanan bişînin li dijî Esad şer bikin jî, hemû rêxistinên li dijî esad hedef digire.” Her wiha Y.M diyar kir ku Erdogan bi xwe li Sûriyeyê artêşeke bi pere avakiriye.
Jiyana Y.M bi naskirina cemata mescîda li Gungorenê guherî. Y.M di encama perwerdehiya kur dît de wek gelek ciwanan xwest biçe Sûriyeyê û cîhadê bike. Lê malbata wî ferq kir û Y.M şûnde vegeriya û ji ANF’ê re axivî. Y.M li şûna behsa El Nusra bike, behsa cemaata girêdayê Talîban, Ketîbetul Talîban kir. Y.M got cemaata mescidê berê wî daye Sûriyeyê û têkiliya xwe ya bi Ketîbetul Talîban re negot.
Y.M wiha got: “Li Sûriyeyê min cemaatek nas dikir. Ketîbetul Talîban. Ev mucahîdên Tirkin. Lê piraniya wan kurdin, ji sedî 80 Amedî ne. Dema me li mescîdê kuran dixwend, me li ser cîhadê gelek sohbet kir. Min jî bi berfirehî xwend. Min biryar da ku ez jî li dijî artêşa Esad şer bikim. Min ji mele re got. Ji min re got tu hêj Ehlibeytê nizanî, hîn bike piştre. Min dîsa guhdarî nekir. Ez çûm Reyhanliyê. Ez bi nasekî xwe yê Ketîbetul Talîban re ketim wesayîtê lê hatim girtin.
SÎNORÊ HATAYÊ TIJE MUCAHÎDIN
Li wir ger ji cemaatê nasê te tunebe te nagirin. Li wir tu tê kuştin. Nasê min hebû ji ber wê ez diçûm. Sînor tije mucahîdin ji xwe. Hem li Dîlokê û hem jî li Sûriyeyê perwerdeya çekdarî dibînin. Ez nizanim kîjan gund bû ji ber ku çawa çûm hatim vegerandin. Ger min sînor derbas bikira dê nasekî ez bibiramawî gundî, min perwerdeya çekdarî bidîta. Mehek û nîv perwerde didin. Piştî vê tu kîjan komê bixwazî an Ketîbetul Talîban an jî El Nusra, tu diçî. Sê hevalên min wisa çûn. Her du hêj li wirin. Lê nizanim li kîjan qadê ne. Hevalekî min ji Êlihê bû. Cemaatê nexwest biçe. Lê ew bi zorê çû. Li wir çek nedanê. Tenê li kar û barê xwarin û alîkariyê mêze kir. Nexistin nava şer.
DIJMINÊ DEMOKRASIYÊ, ALIGIRÊ ŞERÎATÊ
Y.M wiha got: “Ketîbetul Talîban, girêdayê Talîbane. Kesên ji bo vê komê tên girtin dikarin derbasî El Nusra jî bibin. Ketîbetul Talîban li dij demokrasiyê ye. Demokrasiyê qebûl nakin. Dibêjin demokrasî ol e, şerîat jî ol e. Ev dixwazin şerîatê bînin. Xeyala wan ya mezin ev e.”
‘LI SÛRIYEYÊ ARTÊŞA ERDOAN YA BI PERE HEYE’
Y.M wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li wir sed cemaat hene. Erdogan jî dişîne. Hevalê min H.K jî diçe wir tê. Matmayî mabû. Ji min re got hinek kesên ku li aliyê demokrasiyê de ji aliyê Erdogan ve bo şer hatine şandin û mehê 6 hezar TL digirin.”