Ji TZP’ê pêşbirka pirsan
AMÛDÊ – TZP’ê ya bajarê Amûdê pêşbirkeke pirsan organîze kir û têde 5 xwendekar biser ketin. Ev xwendekar wê beşdarî pêşbirka mezin a herêma Cizîrê bibin.
Tevgera Ziman û Perwerde (TZP) a bajarê Amûdê bi boneya nêzîkbûna 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî îro li navenda xwe ya Şehîd Canda pêşbirkeke pirsan lidar xist. Di pêşbirkê de nêzî 50 şagirtên polên 5 û 6’an ên herî jîr û zana yên 10 dibistanên bajêr ku di ezmûnan de pileyên herî
Pêşbirk saet di 17.00’an de bi girtina deqeyeke rêzê li ser giyanên pakrewanan destpê kir û têde pirsên derbarê “Dîroka Kurdistanê, erdnîgariya Kurdistanê, bajarên Kurdistanê, zimanê Kurdî, wêje kurdî û wêjevanên Kurd, şoreşên Kurdan û hwd” hatin kirin. Li wir mamosteyên şagirtan jî amade bûn.
Di pêşbirkê de şêrînahî li xwendekar û mamosteyan hate belavkirin û nêzî 20 xwendekarên di bersivandina pirsan de biser ketin ji yên ku bersiva pirsan nedan hatin cudakirin. Rayedar û mamosteyên Tevgera Ziman û Perwerdeyê dest bi pirsandinê kirin.
Li gorî rayedarên TZP’ê di roja 15’ê Gulanê de ango Roja Zimanê Kurdî wê pêşbirkeke pirsan li ser asta herêma Cizîrê were lidarxistin û ji TZP a Amûdê hatiye xwestin ku 5 xwendekar diyar bike da ku beşdarî vê pêşbirka mezin bibin.
Li navenda Şehîd Canda ya zimanê Kurdî xwendekarên bi navên Şevîn Hiso, Rimêla Hac Yûnis, Cûdî Mihemed, Noşa Seyda û Solîn Elî ku herî zêde bersiva pirsan dan biser ketin û hatin xelatkirin.
Ev xwendekar wê beşdarî pêşbirka herêma Cizîrê ya pirsan bibin.
(ekîb)
ANHA