1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji wekîlên Swêdî ji bo Erdogan rexneyên tund
Ji wekîlên Swêdî ji bo Erdogan rexneyên tund,ji,wekîlên,swêdî,ji,bo,erdogan,rexneyên,tund

Ji wekîlên Swêdî ji bo Erdogan rexneyên tund

A+ A-

Murat Kuseyri Stockholm - Parlementerên Partiya Çepgir a Swêdê ji ber daxuyaniyên li ser îdamê Serokwezîrê Tirk Recep T ayyip Erdogan bi gurrkirina aloziyê tawanbar kirin û bi bîr xistin ku pirsgirêka Kurd bi înkar, zext û komkujiyan çareser nabe, tenê dikare b i destpêkirina hevdîtinên nû yên aşitiyê çareser bibe.

ÊDÎ DEM HATIYE KU YE LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN NIJADPEREST ÊN ERDOGAN BIBE XWEDÎ HELWEST

Serokê Berê yê Partiya Çepgir û parlemeneter Lars Ohly diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ew e ku nerazîbûnek baş nîşanî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê berdewam dikin nayê dayîn. Ohly bi bîr xist ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li deverên din ên cîhanê bêdeng namînin û got: “Êdî divê hukûmeta Swêdê û Yekitiya Ewropayê dest ji vê bêdengiya xwe berde û li hemberî polîtîkayên nijadperest ên Erdogan bibin xwedî helwest.”

Parlemeter Jacob Jonhson jî diyar kir ku sedema grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de helwesta dewlet û desthilatiya AKPê ya ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bike ye. Da zanîn ku ji bo pirsgirêk were çareserkirin divê desthilatiya AKPê pêngavan biavêje. Her wiha bi bîr xist ku greva birçîbûnê ketiye roja 66emîn û ragihand ku rewşa gelek girtiyan gihiştiye asteke pir krîtîk û destnîşan kir ku ji bo rê li mirinan bê girtin, divê hukûmet tedbîran bigire. Aşkere kir ku divê ji ber vê yekê mafê parastina bi zimanê zikmakî di Meclîsê re derbas bike û tecrîda li ser Abdullah Ocalan rake.

Johnson nerazîbûn nîşanî bêdengiya Yekitiya Ewropa û Hukûmeta Swêdê da û ji wana xwest ku zextê li ser hukûmeta Erdogan bikin daku daxwazên girtiyan qebûl bike.

DIVÊ ERDOGAN FÊM BIKE KU DI DEMOKRASIYÊ DE CIHÊ ÎDAMÊ TUNE YE

Berdevkê Peywendiyên Derve yê Partiya Çepgir Hans Linde jî diyar kir ku ew ji jiyana girtiyên ku ev demek dirêj e jiyana xwe xistine rîskê û bi herî zêde ji jî ji helwesta cidînegirtina daxwazên girtiyan a ji aliyê hukûmet Tirk ve bi fikr in. Ger evqas girtî di carekê de dest bi greva birçîbûnê bikin, wê demê tê xuyakirin ku ji bilî vê rêya fedayî tu yek din tune ye ku daxwazên xwe bi cih binînin. Linde bi bîr xist ku Erdogan bi anîna cezayê îdamê bersivê dide daxwazên girityan û got: “Divê Erdogan baş fêm bike ku di Yekitiya Ewropa û demokrasiyê de cezayê îdamê tune ye.”

ÇIMA 10 HEZAR GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Parlementerê Parlementoya Ewropayê Mikael Gustafsson yê ji heman partiyê diyar kir ku 10 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne û da zanîn ku ew ew nikare bêndengiya li hemberî vê çalakiyê fêm bike. Got: “Ger evqas mirov di carekê de dest bi greva birçîbûnê bikin, divê siyasetmedar û civak li ser vê yekê bifikirin. Em weke partiya çepgir hewl didin ku vê pirsgirêkê bînin rojeva semîneran, civînan, çapemeniya civakî, parlementoyê û di rojevê de bihêlin.”

Gustafsson da zanîn ku Erdogan li şûna bersivê bide daxwazên girtiyan careke din cezayê darvekirinê tîne rojevê û nerazîbûnek tund nîşanî Erdogan da. Parlemeneterê PEyê da zanîn ku her çendî 10 sal in Erdogan hatiye ser desthilatiyê, lê daxuyaniyên ku şansê ketina Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê, wenda bibin, dide û ji bo bibe endam divê soz ku dane pêk bînin.

ANF NEWS AGENCY