1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji weqfa Alman dosya Kurd
Ji weqfa Alman dosya Kurd,ji,weqfa,alman,dosya,kurd

Ji weqfa Alman dosya Kurd

A+ A-

BRUKSEL 22.06.2014 09:33:50 Weqfa Berghof a Alman, di çarçoveya hewldanên ji bo pevçûnên li herêmên cuda yên cîhanê veguherin aştiyeke mayînde, dosyayeke Kurd weşand. Xebata ku ji aliyê siyasetmedarê Kurd Adem Uzun ve hat nivîsandin, li ser pêşketinên di pirsgirêka Kurd û hewldanên aştiyê radiweste.

Li ser daxwaza Weqfa Berghof a Almanyayê, endamê konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun, bi sernavê "Di pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de pêşketin û hewldanên çareseriyê" dosyayeke berfireh amade kir. Li wêneyê bergê dosyaya ku fînansman û belavkirina wê ji aliyê weqfê ve tê kirin de, dirûşma "Jiyîna Azadiyê" balê dikşîne.

Adem Uzun ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku daxwaza xebateke bi vî rengî ya li ser Kurdan ji weqfê hatiye û berpirsyariya belavkirin û fînansmana wê jî weqfê girtiye ser xwe.

Weqfa ku li hin herêman bi hevkarên xwe re xebateke berfireh dimeşîne, ji bo xwegihandina aştiya mayînde û veguherîna pevçûnan, xwe weke organîzasyoneke serbixwe ya li derveyî hikûmetan û bêyî armanca karê, dide nasîn. Xebatên weqfê li gorî projeyan, bi taybetî ji aliyê Wezaretên Karên Derve yên Almanya, Swîsre û Norwêcê ve tê fînansekirin.

Uzun da xuyakirin ku weqfa mijara gotinê, ji bo xebatên aştî û muzakereyê yên li herêmên pevçûn lê hene di nava hewldanan de ye û bi vî rengî behsa destpêkirina vê projeyê kir: "Bi me re têkilî danîn. Dizanîbûn ku ez tevli pêvajoya Oslo bûme. Ji min re gotin, 'Hûn dikarin ji bo berghofê xebateke li ser pêvajoya Oslo û guherîna li nava PKK'ê bikin? Weke Berghof em dixwazin vê li her deverê belav bikin. Ji ber ku me heman tişt ji bo Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê, Tamîl, Îrlanda, Bask û Amerîka Latîn kirin'. Min jî got 'temam'. Projeyek beriya bêm girtin bû. Me dest bi amadekariyan kirin û min pêşnûmeya destpêkê ji wan re şand. Piştre hatim girtin. Proje demeke dirêj bi vî rengî ma. Piştî ku ji girtîgehê derketim, careke din bi min re têkilî danîn û hem ji min re gotin derbasbûyî be hem jî xwestin projeyê biqedînim. Me jî proje di ber çavan re derbas kirin, ji wan re şandin û wan jî weşandin."

Adem Uzun di 6'ê Cotmeha 2012'an de di dema danûstandineke dîplomatîk a li Parîsê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin. Piştî 10 mehên ragirtinê di 9'ê Tebaxa 2013'an de ji girtîgehê derketibû. Ji aliyê dadgehê ve jî hat piştrastkirin ku ev operasyon, komployek ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve hatibû amadekirin. Uzun di sala 2011'an de beşdarî hevdîtinên Osloyê bûbû ku qeyda deng li çapemeniyê belav bûbû. Ev hevdîtin di navbera rayedarên dewleta Tirk û PKK'ê de pêk hatibû, lê belê neçûbû serî.

Dosyaya ku Weqfa Berghofê weşand, 3 hezar hat çapkirin. Dosyaya 11. e ku heta roja îro hatine weşandin. Dosyaya bi Îngilîzî hatiye nivîsandin û bê pere tê belavkirin, bi kurtasî behsa dîroka Kurdistanê, rastiya Kurdan, dîroka PKK'ê, sedemên guherîn û veguherîna li nava PKK'ê, israra tevgera Kurd a di aştiyê de, astengiyên li pêşiya aştiyê, nêzîkatiyên dewleta Tirk û dewletên Ewropayê dike û ji pirsa "aştiyeke çawa?" re bersiv tê dayîn.


Bêjeyên Miftehî