1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji xebatkarên TRT-6’ê rapora KCK’ê
Ji xebatkarên TRT-6’ê rapora KCK’ê,ji,xebatkarên,trt,6,ê,rapora,kck,ê

Ji xebatkarên TRT-6’ê rapora KCK’ê

A+ A-

Mehdî Atay – ANF - 2011-12-17 / Wergera ji tirkî: Amîda Kurd

Nêçîra mirovan a ji aliyê AKP’ê ve di bin navê ”Operasyonên KCK’ê” de hatiye destpêkirin û dozên di encama van nêçîran de dest pê kirine û didomin, ji aliyê raya giştî ya hundir û derve ve tên şopandin. Di serî de welatên Ewropayê, gelek heyetên çavdêr tevlî danişînan dibin û derbarê pêvajoya van dadgehan de çavdêriyên xwe mîna rapor diyar dikin. Derbarê danişîna 29. a van rojên dawîn de baweriya hevbeş a çê bûye ew e ku ev doz ne dozeke huqûqî lê siyasî ye.

PEN’a Swêdê jî bi heyeteka ji du kesî çavdêriya danişîna dawîn kiriye. Bi qasî di çapemeniyê de hate diyarkirin, heyeta çavdêr a ji xebatkarên TRT-6’ê Firat Cewerî û Azar Mahloujian hatiye pê, derbarê mijarê de raporek ji çar rûpelan amade kirine û weşandine.

Rapora ku bi îmzeya Cewerî û bi sernivîsa ”Dozek li dijî M. Erbey lê bêyî M. Erbey” hatiye amadekirin, li şûna hemû dozê bibîne, aniye hemû balê li ser kesekî bi tenê kom kiriye û rapor bi vî rengê piştperdekirina tevahiya dozê dest pê dike. Diyar e rapor bi temamî li gor xemsariya ewropayiyan hatiyiye nivîsîn, lewra di wê dozê de nêzî 4 hezar siyasetmedarên kurd têne darizandin. Berê jî em bûne şahidên hin heyetên ewropiyan ku di dozên wiha de tenê rewşa hin girtiyan dişopandin û nedixwestin tevahiya dozê bibînin. Bi vî rengî didane nîşandan ku qaşo ew li hemberî mijarê ”bihîstyar in” lê ”xwedî” li hemû kesên di heman dozê de têne darizandin jî, dernakevin. Polîtîkayeke, xwe ne ji dêrê û ne jî, ji mizgeftê bikin pêk dihanîn.

Cewherî ku li vir çavên xwe ji bilî Erbey ji hemû bersûcên din re digire, li hemberî ”hestirên” qerdiyanekî dewletê dilê wî bar nade û di raporê de cî didê. Ji çîrok û serpêhatiyên 4 hezar siyasetmedarên kurd ên têne darizandin bêtir, rewşa karmendekî wê îradeya ku ew kirine zîndanan û sepînerekî, bêtir bandorê li ser Cewerî dike.

Rastiya ku ev doz ne huqûqî lê siyasî ye, an jî di serî de Baroya Amedê, rastiya ku ji aliyê hemû huqûqnasên vê dozê dişopînin ve hatiye pesendkirin ku ev doz li ser derewan hatiye honan jî, bala Cewerî nekişandiye. Ew, bi hêstirên karmendekî mîna xwe yê dewletê ve, hemû dewletê paqij dike û hewl dide ku bala me hemuyan jî li ser wê xalê kom bike.

Li gor nûçeyên derbarê mijarê de hatine nivîsîn, Cewerî bi vê jî qîma xwe neaniye û sedema nêçîrvaniya mirovan ku yekser ji aliyê Serokwezîr Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin jî, wiha diyar dike: ”Şerê stemkar ê 30 salên dawîn bû sedema hemû van trajediyan, bidehhezaran mirina mirovan, valakirina gundan û sirgûnan.”

Li vir tiştê ku dixwaze bêje, heman tişt e ku desthilatdarên tirk dixwazin bi civakê bidine dîktekirin; ”Sedema vî şerî terora PKK’ê ye. Ne ji terora PKK’ê be dê ev şer jî nebe”. Bikaranîna retorîkeke wiha di raporeke derbarê doza siyasetmedarên kurd de ku di bin navê doza KCK’ê de têne darizandin, hewldanek e ku dixwaze bibe alîkar ji bicîkirina baweriyeke bi vî rengî ya di mêjiyê kesên vê raporê bixwînin de.

Lewra Cewerî bixwe jî, di jiyana xwe ya rojane de, li dijî rawestana îdeolojîk û polîtîk a siyasetmedarên kurd e ku di vê dozê de têne darizandin û parastvanê polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ye. Cewerî xebatkarekî TRT-6’ê ye ku bi armanca valaderxistina têkoşîna gelê kurd hatiye avakirin û ev rastî ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve jî gelek caran hatiye ziman.

Kesekî ku bi ramanên xwe û kiryarên xwe ve li dijî helwesta siyasî ya bûye mijara vê dozê ye, derbarê vê dozê de erka nivîsandina raporekî digire ser xwe û ev yek mîna çalakiyeke bi niyeta xirab hatiye kirin, tê nirxandin. Kesekî ku di jiyana xwe ya ferdî de li dijî têkoşîna siyasî ya kesên di vê dozê de têne darizandin xebatan dike, nikare di amadekirina raporeke derbarê mijarê de serbixwe be, ev ne pêkan e. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku ev kes di televizyona dewletê ya ji bo astengkirina vê têkoşînê hatiye avakirin de, bi tesdîqa desthilatdariya siyasî ya niha ve, kar dike.

Cewerî ku di televizyonê de bernameyên bi kurdî amade dike, derbarê dozek ku destûra parastina bi kurdî nayê dayîn de raporek amade dike û bahsa vê yekê nake, ev dikare çewa bê şirovekirin? Cewerî di rapora xwe ya derbarê dozeke ku kesên nikarin ji bo parastina xwe jî zimanê xwe yê dayikê bikar bînin de, balê dikşîne ser ”hêstirên” qerdiyanekî ku ev jî derbarê armanca vê raporê û TRT-6’ê de agahiyên rast dide.

Bê guman ku ne rast e mirov li bendê be, bila her kesên mîna çavdêr beşdarê vê dozê dibin bila bi kesên di vê dozê de têne darizandin ve di heman bîr û baweriyan de bin. Lê ku ev kes alîgirê desthilatdariya ku dixwaze vê bîr û baweriya siyasî darizîne be, mexdûriyeta kesên têne darizandin zêdetir dibe û ev yek samîmiyeta vî kesî ji holê radike, bawerî bi vî kesî nayê.