1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji YCR’ê biryarên girîng
Ji YCR’ê biryarên girîng,ji,ycr,ê,biryarên,girîng

Ji YCR’ê biryarên girîng

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Konfransa Yekemîn a Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) a Kantona Cizîrî bi biryarên girîng bi dawî bû.

Yekîtiya ciwanên Rojava li bajarê Rimêlan, yekemîn Konferansa xwe bi dureşmeya “Bi ruhê berxwedaniya ciwanên Cizîra Botan, em ê Rêber APO azad bikin û Kurdistanê ava bikin “, li dar xist.

Di konfransê de raporên xebatên hatin xwendin, nîqşên girîng hatin kirin û gelek biryar hatin girtin.

Hin Biryarên ku hatin girtin ev in:GIRKE-DEWIYA-KONFIRANS-CIWAN-1

A) Biryarên Giştî: 1- Ji bo ciwanên Rojava heta ku Rêber APO ji zindana Îmralî dernekeve, ne Rojava û ne tevahî Kurdistan azad nagire dest, ji bo wê:

a) Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hemle destpê bikin. b) Ewlehî û tendurustiya serokatî weke ewlehî û tendurustiya xwe dibîne, li gor wê çalakî werin lidarxistin. 2- Xwedî derketina li şoreşa Bakurê Kurdistanê erkekî sereke li ser milê her ciwanekî ye.

3- Ji bo ku rastiya gelê şerker were naskirin li ser vî esasî ciwanên şerker werin rêxistinkirin û li gor wê xebat pêşxistin.

4- Mezinkirina hêza YPG û YPJ û QSD esas were girtin.

5- Li ser esasê “Ji Koçberiyê re Na, Li Welatê xwe, Li Axa xwe Xwedî Derkeve, çalakî werin pêşxistin. Heta dawiyê li beramber koçberiyê tekoşîneke mezin were meşandin.

6- Ji bo ciwanên welatê xwe terk kirin e, ji bo vegerandina wan a welat xebat were destpêkirin.

7- Ciwan çanda gundîbuyînê weke çandeke civaka esasî dibînin û li her derê xebatên gundan werin xurtkirin.

8- Avakirina komîteyeke lêkolînê ji bo pêşxistina ciwanan.

9- Ji bo ciwan ji hişberiyê dûr bikevin hemle were destpêkirin.GIRKE-DEWIYA-KONFIRANS-CIWAN-2

10- Çêkirina broşûran bi sê zimanan li ser gotina Tolhildan a Nûrî Dêrsimî.

11- Li beramber Netew- Dewlet û zihniyeta Baas tekoşîn were xurtkirin û li hember wê zihniyeta Netewa Demokratîk were avakirin.

12- Ji bo zihniyeta Netewa Demokratîk were rûniştandin her ciwanek di perwerdeyê re derbas bibe, hemle were destpêkirin. Ji bo Akademiyên Ş. Baz Mordem û Ş. Rênas werin xurtkirin.

Gelek biryarên din jî hatin girtin.

Di dawiya konferansê de du endemên Yekîtiya Ciwanên Rojava wek berdevkên YCR’ê li Kantona Cizîrê hatin, hilbijartin.

Dîsa jî 51 endam wek meclîsa YCR li Kantna Cizîrê hat diyarkirin.

Konferans bi dureşmeya Ciwanan ” Bê Serok Jiyan Nabe , bijî berxwedana YPG YPJ YPS’, bi dawî bû.

ANHA


Bêjeyên Miftehî