Ji YEK-KOM’ê banga festîvalê!
DORTMUND 19.09.2013 - ANF Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ku her sal bi dehezaran kurdên li Ewropayê dijîn ji bo wê tên cem hev, roja şemiyê li bajarê Dortmûnd a Elmanyayê dê dest pê bike. Festîvala ku hemû amadekariyên wê temam bûn, wek axaftinker di serî de hevserokê PYD’ê Salîh Muslim û hevserokê BDP’ê Selahatîn Demîrtaş û gelekên din dê tevli bibin. Ji Komîteya Amadekar Festîvalê Yuksel Koç hemû Kurdistanî vexwendiyê festîvalê kir û diyar kir ku divê hemû kes bi rengê xwe ji bo xwedî li berxwedana Rojava derkevin tevli festîvalê bibin.
Festîvala Çanda Kurd a Navnetewî ku her sal wek kevneşopî pêk tê îsal 21’emîn festîval li bajarê Dortmund a Almanyayê, li navnîşana Westfalenhallenpark E1/2 Victor-Toyka Str. 44139 pêk tê. Festîvala ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd a Elmanyayê YEK-KOM) tê organîzekirin bi dirûşmeya ‘Ji Kurdistanê re statu û ji Abdullah Ocalan re azadî’ ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û kesên li Rojava jiyana xwe ji dest da, pêk tê. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, hevserokê PYD’ê Salîh Muslum, serokê Federasyona Yekineyên Elewiyan ya Elmanya AABF) Huseyîn Mat, Partiya Çep a Elmanya û nûnerên partiyên SPD, KCD’ê wek axaftinker tevli bibin.
Festîval di 20’ê mehê de bi panelekê de dê dest pê bike. Wek axaftinker hevserokê PYD’ê Salîh Muslum û serokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade dê tevli bibin. Di panelê de dê geşedanên Kurdistan û Rojhilata Navîn bê nîqaşkirin. Panel dê saet di 18’an de li qada festîvalê pêk were. Roja duyemîn jî yanî roja şemiyê saet di 13’an de bername dê bi axaftina hevserokên YEK-KOM’ê dest pê bikin.
BI DEHAN HUNERMEND LI SER DIKÊ NE
Ji çar parçeyên Kurdistanê dê hunermend derkevin ser dikê. Festîval xwedî bernameyeke dewlemende. Koma Berxwedan dê bi hemû hunermendên xwe derkeve ser dîkê û dê stranên kevn û nû bistirê. Her wiha Zarokên Aram Tîgran, Jinên Mezopotamya, Dengê Cîwanan, Kilamê Me, Dîwana Dengbêjan, Govenda Hezaran dê derketin ser dîkê.Koroya Dengê Ciwanan koma herî rengîn ya bernameya çandê ye. Koroya Jinên Mezopotamyayê jî dê derkevin ser dîkê. Her wiha Dengbêj jî wek her sal dê di kon de bên cem hev. Di dîwana dengbêjan de Şemdîn, Derwêşê Serhedê, Maruh û gelekdên din dê klaman bêjin. Her wiha ligel hunermend Serhedo, ji Tirkiyeyê koma Abdal-Haluk bi Tolga Îlhan re dê derkeve ser dîkê.
Li qada festîvalê ligel sahneya festîvalê ser sazî dê konê xwe vede û saziyên wekê Êzdî, Elewî û Îslamî dê konê xwe vedin û di konan de xwe îfade bikin. Her wiha TEV-ÇAND dê konekî dengbêjan veke. Ekîbên reksên gelerî jî aktîvîteya çandî ya herî eleqeyê dibîneye.
KOÇ: DIVÊ DENGÊ ME BIGIHÊJE ROJAVA
Hevserokê YEK-KOM’ê û endamê Komîteya Amadekar a Yuksel Koç diyar kir ku hemû amadekariyên mîhrîcanê temam bûne û li Ewropayê li gelek bajaran otobus hatine girtin. Koç diyar kir ku kurd û dostên ku dixwazin tevli festîvalê bibin di serî li komeleyên kurd bidin û roja şemiyê tu kes li mal û kargehan nemîne û bên festîvalê.
Koç di berdewamiyê de wiha got: “Ligel pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û niyeta baş a liyê kurd hikûmeta AKP’ê pêngavê navêje. Berovajî vê planên tasfiye û tunekirinê dimeşîne. Dewlet tiştên dikeve ser milê xwe nake. Ligel vê kurd ji bo muzakere bên destpêkirin û pêngav bê avêtin çalakî pêk anîn û hewl dan dengê xwe bidin bihistin. Ji bo vê rola mezin dikeve ser milê her kesî. Kesên aştî û demokrasiyê dixwazin divê rola xwe baş bilîzin. Ancax bi vî rengî dewlet bê astekê. Dîsa li Rojava gelê kurd şoreş û xwesriya demokratîk înşa dike. Têkoşîna rumetê dide. Hemû gelên li herêmê dijîn ji bo di mekanîzemeyeke wekhev û adîlanede bijî mekanîzmaya rêveberiyê tê avakirin. Lê AKP ya ku ji qezencên kurdan nerehetin çeteyan bi rêxistin dike, li dijî kurdan dike nava şer. Hêzên navnetewî piştgiriyê dide vê. Li Rojava berxwedanek Topyekun heye. Dîsa li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê geşedanên girîng hene. Kurd berbi yekitiya netewî ve diçin.
Kurd li Rojhilata Navîn bûne aktor. Kurdên li Ewropayê vê dizanin. Ji bo xwedîderketin û silavkirinê dê tevlibûneke mezin çêbibe. Daxwaza gel zelal e. Ger çareserî hebe, aktorê sereke Ocalan e. Di mîhrîcanê de dê gel daxwazên xwe bi dengî bilind bîne ziman.
Koç bang li kurdên Ewropa kir û got: “Êrîşa li Rojava li dijî hemû kurdane. Ji ber ku li wir pêşerojek tê înşakirin. Divê em xwedî li vê pêşerojê derkevin û dengê xwe bilind bikin. Divê dengê me bigihêje, Serêkaniyê, Efrîn û Qamişlo. Ji ber vê divê hemû kurd wê rojê li Dortmundê bin.
Koç da zanîn ku divê gel neyê provakasyonên li qada mihrîcanê û got divê jin û ciwan bi hestiyar tevbigerin û got: “hevalên me yên ku me peywirdarkirine hene. Divê hevalên peywirdar û hêzên ewlehiyê yên Dortmundê guh bidin hişyariyan. Divê giştînameya me şandiye komeleyan esas bê girtin. Divê parfum, kêr û tiştên din neyên qadê. Dê ber derî ji wan bên girtin.”