Ji YPG çalakiyên bi bandor: 41 çete hatin kuştin
KOBANÎ – Di çalakiyên şevêdin ên YPG’ê ku li rojhilat û başûrê rojhilatê Kobaniyê hatin lidarxistin de, 41 çete hatin kuştin, gelek cebilxane hate desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, li eniya başûrê rojhilatê kantonê, li navenda hurkirina keviran (ocaxên keviran) di encama şerê ku duh destpê kiribû de, navend bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Di encama pevçûnên dijwar de 30 çetehatin kuştin û cenazeyên 12 ji wan ketin destê YPG’ê. Her wiha tirimpêleke çeteyan hate rûxandin û şervanên YPG’ê dest danîn ser çekek BKC, 8 kelaşnîkof û qernasekê.
Li heman eniyê li gundê Iqbış di encama çalakiya YPG’ê de 2 çete hatin kuştin.
Li gundê Şera ku ew jî li heman eniyê, şervanên YPG’ê çalakiyek lidar xist û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Li eniya rojilat çeteyên DAIŞ’ê êrîşî girê Derfilitî kirin. Li ser bersivdayîna YPG’ê şer derket û 6 çete hatin kuştin.
Di navberê de şervanên YPG’ê li bajaroka Şixoy ku duh hatibû rizgarkirin xebatên lêkolîn û lêgerînê bidawî kirin.
(ekîp/aq)
ANHA