Ji YPG'ê 'Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - YPG'ê duh li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li rojavayê herêma Kobanê bicih bûne û êrîşî herêmê dikin, hemleya bi navê "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" da destpêkirin. Di encama operasyonê de 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Artêşa Azad a Suriyeyê li bajaroka Siyûxê piştgîr da YPG'ê.
Li gorî nûçeya di ajansa Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de hate weşandin şevê din şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê herêma Kobanê li dijî baragehên çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyona bi navê "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" kirin. Hate diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ'ê gelek çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn û derbeyên giran li çetayan xistin. Di çarçoveya operasyonê de YPG/YPJ'ê 40 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin, 10 wesayît û gelek navêndên çeteyan hatin rûxandin.
Artêşa Azad a Suriyeyê piştgirî da YPG'ê
Di heman çarçoveyê de şervanên YPG'ê hin çalakiyên leşkerî li dijî baragehên DAIŞ'ê yên li gundê Cib El-Ferec, El-Cidêdê, Xerab Eto û Ziyaretê yên rojavayê herêma Kobanê pêk anîn. Her wiha bi alîkariya Artêşa Azad a Sûriyeyê çalakiyeke taybet li bajarok Şiyûx pêk anîn.
Çavkaniyan diyar kirin ku wê hemle dewam bike heta ku hemû herêm ji çeteyan tê paqijkirin dê bidome.
(bd)