Ji YPG’ê hişyariya Eşrefiye
Fermadariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşên li taxa Eşrefiyeyê ya Helebê li dijî Kurdan pêk hat de rejîma Sûriyeyê hişyar kir û got: “Êrîşên li ser gelê me bê bersiv namînin”. YPG'ê bal kişand ku ew rê nadin tu kesî ku êrîşî gel bikin û wiha dewam kir ''em nahêlin tu alî bikevin herêmên me û êrîşî gelê me bikin.”
Fermandariya YPG'ê derbarê êrîşên rêjîma Sûryê ya li dijî taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piraniya şêniyên wê kurdin û di encamê de 23 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û diyar kir ku dê tu êrîşên li hemberî herêmên wan bê deng nemînin.
YPG’ê got: “Piştî ku rêjîma Sûriyeyê di 31'ê çile ya 2013’an de êrîşî taxa Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê kurd in kir, di encamê de 23 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Sûriyeyê ji beriya 2 rojan de bê ku cûdahiyê bixe nav sivîlan û çekdaran de êrîşî taxê dike, di encamên êrîşan de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Sûriyeyê bi ser taxê de topan dibarîne, ji ber wê welatî koçber bibin''.
Fermandariya YPG'ê diyar kir ku hêza wan li ser bingehê berxwedanê hatiye avakirin û got: “ Li ser wî esasî ew ê li hember êrîşên rêjîmê bê deng nemînin” û dewam kir: '' Yekîneyên me li ser bingehê berxweda bi ruhê serkeftinê li hember êrîşên înkar û tunekirinê ku li dijî gelê me tên kirin, dê bi hemû hêza xwe bibersivînin. Em ji hemû gelê xwe destê pişgirtiyê hêvî dikin û bang li hemû ciwanên welatparêz dikin ku tevlî nava yekîneyên me bibin''.
Her wiha fermandariya YPG'ê bal kişand ku ew rê nadin tu kesî ku êrîşî gel bikin û wiha dewam kir ''em nahêlin tu alî bikevin herêmên me û êrîşî gelê me bikin. Em bawer in ku êrîşên ku li ser gelê me dê tu carî bi ser nekevin, em jî ji bilî serkeftin û azadiyê di Sûriyeyeke demokratîk ku hemû kes mîne hev bin qebûl nakin''.
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariya YPG'ê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re xwestin û şifa ji birîndaran re xwest.