Ji YPG'ê çalakiya bersivdanê
3 leşker mirine du leşker birîndar in 50 çek hatine desteserkirin
A+
A-
Efrîn - Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li hemberî komkujiya ku rejîma Suriyeyê li bajarê Helepê li dijî kurdan pêk anîbû û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya tolhildanê li dar xist. Di çalakiya ku li dijî baregehên leşkerî hate lidarxistin de, heta niha 3 leşker mirine û 50 çek hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG’ê dane, hêzên YPG’ê di saetên êvarê de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê li dijî 3 baregehên artêşa Suriyeyê çalakiya tolhidanê li dar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyan de heta niha 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Her wiha 50 çek û alavên din ên leşkerî hatine desteserkirin. Pevçûn didome…
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî ji,ypg,ê,çalakiya,bersivdanê