Ji YPG’ê çalakiyên bi bandor
GIRKÊ LEGÊ 15.09.2013 08:50:15 Hêzên YPG’ê çalakiyek bi bandor li dijî navendên komên çekdar ên girêdayî Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û komên girêdayî wan pêk anîn û di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro saet di 04.00’an de YPG’ê li dijî navendên komên çeteyan ên li gundên Yûsifiyê û Girhok ên girêdayî Çilaxa ya Girkê Legê çalakiyek bi bandor pêk anîne. Hate gotin ku di encama çalakiyê de bi dehan endamên koman hatin kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komên çekdar piştî rastî derbeyên mezin ên hêzên YPG’ê hatine hêzên xwe yên li Dêra Zorê, Hesekê, Şedadê û Reqayê anîne herêmê.
YPG’ê gundê Sûsik rizgar kir: 60 çete hatin kuştin GIRÊ SPÎ 15.09.2013 10:11:38 Hêzên YPG’ê di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ de li dijî navenda komên çekdar a li gundê Sûsik a Girê Spî (Til Ebyedê) çalakî pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de 60 çete hatine kuştin, gelek cebilxane û çek hatine destserkirin û gund bi temamî hatiye rizgarkirin.
Di çarçoveya “Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” de hêzên YPG’ê li herêma Girê Spî (Til Ebyad) dest bi pêngava “Şehîd Dilovan û şehîdên Helebê” kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din saet di 02.00’an de li dijî navenda komên çekdar a li gundê Sûsik a 10 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî çalakiyek hatiye lidarxistin. Hate zanîn ku di çalakiya heta saetên sibê dom kir de 60 endamên komên çekdar hatine kuştin, 2 dîl hatine girtin û çete ji gund reviyane. Her wiha di çalakiyê de doçkayek 12.5, doçkayek 14.5, 2 doçkayên 23.5 û 10 sindoq fîşekên doçka, 37 qilêş, 2 burno, arpîciyek, dûrbînek şevê, gelek bombeyên destan û 6 wesayîtên komên çete hatine destserkirin. Di encama çalakiyê de gundê Sosik bi temamî ji komên çekdar hate rizgarkirin.
Li Herêma Girê Spî 3 gundên bi navê Sûsik hene û beriya niha YPG’ê herdu gundên din ên bi navê Susikê rîzgar kiribûn.
Li Serêkaniyê pevçûnan heta serê sibehê dom kirin SERÊKANIYÊ 15.09.2013 10:17:44 Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra li derdora bajêr heta saetên sibê dom kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin pevçûnên li Serêkaniyê li derdora gundê Keşto ya li rojavayê bajêr û gundên Elok û Çava yên li rojhilatê bajêr bi dijwarî heta saetên sibê dom kirin.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku di pevçûnan de bi dehan kuştiyên komên çekdar li derdora gundê Elok dîtine. Di pevçûnên duh êvarê de jî hêzên YPG’ê tangek komên çete derbkirin û piştî ku agir bi tangê ket komên çekdar tang ji cihê pevçûnan birine.