Ji YPG’ê çalakiyên hem wext
SERÊKANIYÊ- Nûçegihanê ANHA ji Serêkaniyê ragihand ku şevê din di saet 20.00 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî baragehên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam (DAIŞ)/Cephet El Nusra yên gundê Mişrafa, Esfer Necar, derdora gundê Kişto, Til Xelef çalakiyên hem wext lidarxist. Hate zanîn di encama çalakiyan de agir bi baragehên koman ketine û hatine rûxandin.
Hate ragihandin piştî komên DAIŞ/Cephet El Nusra bi topên hawan, qatûşayan êrîşî serêkaniyê kirin, YPG’ê li dijî baragehên komên DAIŞ’ê yên gundê Mişrafa yê 4 km başûrê Serêkaniyê, Esfer Necar, derdora gundê Kişto û bajarokê Til Xelef yên rojavaya Serêkaniyê çalayên hem dem lidarxist. Çalakiyên hem dem di saet 20.00 despêkir heta saet 00.00 domand. Hate zanîn di encama çalakiyên hem dem de agir bi baragehên DAIŞ/Cephet El Nusra ketine û rûxûyane. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku di encama çalakiyên hem dem de, gelek endamê DAIŞ/Cephet El Nusra hatine kuştin û birîndar kirin.
Çavkaniyan ragihand komên çete yê DAIŞ birîndarin xwe li ser gundê Ezîziyê 10 km rojavaya Serêkaniyê û li ser sînorê Tirkiyê ye, bi ambûlansanan û dibin çavdariya leşkerên Artêşa Tirk derbasî Tirkiyê kirin. Ev demeke gundê Ezîziyê wek riya cebilxane û alavan tê bikaranîn.