1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji YPG û YPJ'ê berisva îdiaya DAIŞ'ê
Ji YPG û YPJ'ê berisva îdiaya DAIŞ'ê,ji,ypg,û,ypj,ê,berisva,îdiaya,daiş,ê

Ji YPG û YPJ'ê berisva îdiaya DAIŞ'ê

Ji YPG û YPJ'ê berisva îdiaya DAIŞ'ê ya 'Em ê di cejnê de li Kobanê bin': Hêj tu kes nehatiye

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - Şervanên YPG û YPJ'ê di cejnê de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di berxwedanê de derbas kirin. Şervanên YPG û YPJ'ê îdîaya çeteyên DAIŞ'ê ya "Em dê di cejnê de li Kobanê bin" bi bîrxist û diyar kirin ku heya niha tu kes nehat û gelê Kobanê bersiva herî baş da wan. Fermandarê Tabura YPG'ê Zinar Kobanê, diyar kir ku YPG û YPJ hêza xwe ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digire û wiha got: "YPG û YPJ hêza xwe ji felsefeya Rêber Apo digire. Em hewild didin layîkî keda Rêber Apo ya 20 salan li vir hemû kes perwerde kir, bibin."

Şervanên YPG û YPJ'ê li Kantona Kobanê ya Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di cejna Remezanê de berdewam dikin di kozikan de nobetê digirin û destûrê nadin çeteyên DAIŞ'ê êrîşan pêk bînin. Çeteyên DAIŞ'ê gelek caran peyamên "Em dê di cejnê de li Kobanê bin" dan lê parêzvanên Kantona Kobanê YPG û YPJ'ê hewildan û gotinên çeteyan di qirkan wan de hiştin. Gelê li Kobanê bi seferberiyê dest bi berxwedanê kir û ligel êrîşên çeteyan DAIŞ'ê diçin çeperên şervanên YPG û YPJ'ê û parêzvanên gelê xwe ziyaret dikin. Şervanên YPG û YPJ'ê ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji ser xaka xwe bavêjin gelek caran li dijî çeteyan operasyonên bi hêz li dar dixin. Fermandarê Tabura YPG'ê Zinar Kobanê, diyar kir ku armanca êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ew e ku Kobanê bi dest bix in û gelê kurd di komkujiyekî mezin re derbas bikin. Kobanê, anî ziman ku ji ber vê yekê jî di 2'yê tîrmehê de li başurê Kobanê êrîş li girê "Şehîd Xabur" kirin û ev der ji bo ewlehiya kantonê gelek girîng e. Kobanê, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi gotinên gelê Kobanê milsiman nîn e dixwazin êrîşên li dijî gelê Kobanê rewa bikin û wiha got: "DAIŞ di bêje ew dê Kobanê bikin misliman. Lê ya rast ew e ku gelê kurd mislimantiya rast dijî. Êrîşên gelek dijwar li dar xistin. Çeken me yên giran tunebûn em li dijî wan bikarbînin. Lê bawerî û vîna me hebû. Em baweriya xwe ya serkeftinê jî ji dîroka xwe digirin. Em rihê berxwedanê yê li Bakurê Kurdistanê tînin vir. Em bingeha xwe ji vê rihê digirin."

'Kobanê weke Musil dihesibandin'

Kobanê, bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê his dikirin ku dê bi rihet bikevin Kantona Kobanê û wiha axivî: "Li gorî xwe dê hatinban û wisa ketiban Kobanê. Ji xwe re dihesibandin ku dê weke Musilê bên Kobanê jî bigirin. Lê rastî berxwedana me hatin. Em dixwazin em dê çawa xwe biparêzin û şer bikin." Kobanê, destnîşan kir ku gelê Kobanê tu caran serî li hemberî desthilatdaran netewand. Kobanê, anî ziman ku ji bo jiyaneke nû di 19'ê tîrmehê de bingehek gelek pîroz avêtin. Kobanê, da zanîn ku gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê di nava berxwedaneke gelek mezin de ne û bi vê yêkê bersiva çeteyên DAIŞ'ê dan. Kobanê, diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li hemû çeperên dixwast bikeve Kantonê têkçû. Kobanê, bilêv kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên demên dawî ji êrîşên berê gelek mezintir in û wiha axivî: "Wan digot ew dê biçin û bigirin lê rastî berxwedana me hatin. Li Rojava, Rojhilat û Başur êrîş pêk anîn. Dixwastin pêş bikevin lê nekarîn. Berxwedana me ew têk birin."

'Em hewl didin ku layiqî keda Rêbertiyê bin'

Kobanê destnîşan kir ku berxwedana ku YPG û YPJ bi gel re pêş dixe hêza xwe ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digire û wiha berdewam kir: "Kedeke ku Serok Apo beriya salan li Kobanê daye heye. Felsefeya jiyanê ya ku wî daye qezenckirin heye. Sedema tevlibûna evqas zêde ya ji hemû parçeyên Kurdistanê mîrateya ku Rêbertiyê ji me re hiştî ye. YPG û YPJ hêza xwe ya esasî ji felsefeya Rêber Apo digirin. Em li vir helw didin ku layiqî keda Rêbertiyê ya ku ev 20 sal in daye bin." Kobanê diyar kir u YPG û YPJ'ê li Rojava bi taybetî jî li Kobanê tcerubeyên girîng bi dest xistiye û ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê wan tenê nahêlin.

'Hê kes nehatiye!'

Kobanî bilêv kir ku gel berxwedaneke mezin nîşan dide, moralên wan pir baş e, bi taybetî tevlibûna her çar parçeyên Kurdistanê yên ku ji bo ku li dijî DAIŞ'ê şer bikin tên motîvasyoneke pir xurt dide wan. Kobanê an zîman ku wan di têkoşîn û berxwedana li dijî DAIŞ'e de serkeftineke mezin bi dest xistine lê ev yek nayê wateya bi tevayî têkçûna DAIŞ'ê û wiha berdewam kir: "Ew jî di nava amadekariyên mezin de ne. Gotin em ê di cejnê de bên lê hê jî kes nehatiye. Me ji bo wan amadekariyeke baş kiribû. Me dixwest cejn li Kobanê çawa tê pîrozkirin nîşanî wan bidin."

'Em ê di şûna xwe de nasekinin'

Kobanê derbirî ku hêzên YPG û YPJ 'ê êdî di rewşa parastinê de namînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Edî em di şûna xwe de nasekinin û em ê peşde biçin. Em ê bi ser wan de biçin. Têk birin û paqijkirina ev DAIŞ a qirêjê cihanê ye û ji Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye bela ji me re maye. Gelê me li ber xwe da, me şehîd dan. Bila bizanibin ku ji bo ku ew bikevin Kobanê divê li ser cenazeyên şehîdên me derbas bibin. Em ji xwe bawer in. Em nahêlin DAIŞ kêfxweş bibe." Kobanê got ku ew her tim di mewziyan de ne û DAIŞ jî dê wekî hemû rêxistinên Sûriyeyê yên li dijî kurdan in têk biçe, di nava dîrokê de tune bibe. Kobanî anî ziman ku endamên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê nîn in û qirêjiyên welat û sîstemên din in.

'Gel di mewziyan de bi me re bû'

Fermandara YPJ'ê Destan Zagros jî li gundê Aşmê di mewziyan de cejnê pêşwazî dike. Zagros dest nîşan kir ku DAIŞ dixwaze Kobanê dagir bike û ji ber berxwedana gel û hêzên parastinê ev yek pêk nehatiye û îdareya gel û şervanan pir xurt e. Zagras wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me di her qadê de xwe pêş xist. Dema ku me di mewziyan de dest bi şer kir gel li cem me bû. Ji ber gelê me li cem me ye bi me re ye, ji ber em ji gel şer dikin ev yek îradeya me xurt dike."

'Ji welatên cuda tên êrîşî me dikin'

Zagros got ku DAIŞ her tim di nava lêgerîna noqteyete qels û dixwaze ji vir darbayan li me bixe. Zagros gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em hemû noqteyên xwe xurt dikin. Em ê destûrê nedin ku eniyeke me bikeve destên wan. Ji bo ku bikaribin bikevin Kobanê divê ewil li ser cenazeyên me derbas bibin. Em ji bo berxwedanê niha di mewziyên şer de ne. Heke em hemû şehîd bibin xwîna me dê ber bi Kobanê biherike. Dîsa em spasiyên xwe li gel û ciwanên ku li gelek deverên Kurdistanê tên dikin."

(bd)