1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji YSK’ê biryara tênê reklam bi Tirkî bênkirin!
Ji YSK’ê biryara tênê reklam bi Tirkî bênkirin!,ji,ysk,ê,biryara,tênê,reklam,bi,tirkî,bênkirin

Ji YSK’ê biryara tênê reklam bi Tirkî bênkirin!

A+ A-

12:10 27.12.2013 ENQERE (DÎHA) - Lêjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) der barê hilbijartinên 2014’an de biryar girt. Di biryarê de xala balkêş, dibêje ku partiyên siyasî û namzedên siyasî mecbûrin ku reklama xwe bi tenê bi Tirkî bikin.

Lêjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) têkildarî hilbijartinên herêmî yên di 30’ê Adara 2014’an de pêk were biryarek balkêş girt. YSK'ê di biryarê de qedexeyên namzet û partiyên siyasî diyar kir û lingê wê yê medyayê biryarên ku girtin bi hejmara 21’ê Kanûnê di Rojnameya Fermîde aşkera kir. Di biryarên hatin girtî de tê gotin ku ji 1’ê Çile û pê ve hilbijartinên ji bo 30 Adarê tên destpê dibin. Di biryara hatî girtin de wiha tê gotin: “Medyaya ku reklamên siyasî dê bigihînin gel dema ku vê peywira xwe anîn cih lazim e ku di fersenda ku didin namzedan de wekheviyê esas bigirin û ji bo ku hilbijartin de hewayeke azad, wekhev û serbest de pêk werin peywira xwe bînin cih. Di warê reklaman de jî bêalîbûn, wekhevî û riayetkirina heman buhayî mecbûrî ye. Medya têkildarî weşandina reklaman de ji 1’ê çileya 2014’an heta 24 saet beriya hilbijartinan ango heta 28’ê adara 2014’an saet 24.00’an dikare reklamên siyasî biweşîne.” Aliyeke din a balkêş a biryara YSK’ê jî ew e ku partiyên siyasî û nazmedên şaredariyan di rekaman de di wê zimanê tirkî bi kar bînin.

(aw/mae)