1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ji zarokên asî yên deştê ji bo zarokên bi hêrs ên çiyê'
'Ji zarokên asî yên deştê ji bo zarokên bi hêrs ên çiyê',ji,zarokên,asî,yên,deştê,ji,bo,zarokên,bi,hêrs,ên,çiyê

'Ji zarokên asî yên deştê ji bo zarokên bi hêrs ên çiyê'

A+ A-

HACÎ GUNEŞ - KONYA/ANF 09.01.2015 07:15:41 Alîkariya aborî ya ji konserên piştevaniya Kobanê yên li Konya û Enqereyê hatin komkirin, gihaşta ber destê rayedarên li Pirsûsê. Ji komîteya amadekar Ergîn Xelîkan anî ziman ku ew ê konsera Kûlû ya hat taloqkirin di meha Sibatê de pêk bînin û got, "Dibe ku mîna Kurdistanê çiyayên me yên bi hêrs nîne; lê em jî weke zarokên asî yên deştê, nikarîbûn li pêşberî drama Kobanê bêdeng bimana."

Însiyatîfa Hunermendên Kurd ên Anatoliya Navîn û Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kûlû, ji bo pêçandina birînên gelê Kobanê rêze konser lidar xistin. Alîkariya aborî ya ji van konseran hatin bidestxistin, ji mirovên li Pirsûsê pêwîstiya wan pê heye re, hatin ragihandin. Konseya li navçeya Konya Kûlû, ku ji ber Hunermend Bîlal Ercan di konsera li Enqereyê de li ser dikê jiyana xwe ji dest da hat taloqkirin, wê di meha Sibatê de pêk were. Alîkariya pereyan a heta niha hatin komkirin, ji aliyê ekîbek ji aliyê Însiyatîfa Hunermendên Anatoliya Navîn ve hat wezîfedarkirin, ji Kobaniyan re hat ragihandin.

'DIBE KU ÇIYAYÊN ME YÊN BI HÊRS NÎNIN, LÊ EM JÎ ZAROKÊN ASÎ YÊN DEŞTÊ NE'

Ji endamên Însiyatîfa Hunermendên Kurd ên Anatoliya Navîn Ergîn Xelîkan anî ziman ku weke Kurdê li Anatoliya Navîn dijîn ew nikarîbûn li pêşberî vê dramê bêdeng biman û got, "Dibe ku mîna li Kurdistanê çiyayên me yên bi hêrs nînin, lê em jî zarokên asî yên deştê ne. Dibe ku em Kurdên Anatoliya Navîn bin, lê em ji têkoşîna neteweyî bawer dikin, xwe dispêrin hişmendiyeke neteweyî. Lewma em nikarîbûn li pêşberî drama Kobanê bêdeng biman. Bi qasî ji destê me tê me xwest, bi konseran alîkariya madî bikin. Alîkariya me bi dest xist, ji aliyê hevalên me yên me ew wezîfedar kir ve, ji mirovên me yên li Pirsûsê re hatin ragihandin."

KONSERA KÛLÛ DI MEHA SIBATÊ DE YE

Xelîkan da zanîn ku konsera Kûlû ya hat taloqkirin wê di meha Sibatê de pêk were û got, "Me biryar da ku li Enqere û Kûlû du konseran lidar bixin. Lê belê weke tê zanîn di konsera li Enqereyê de mamosteyê me yê hêja Bîlal Ercan, li ser dikê ji nişka ve nerehet bû û şehîd ket. Em mamosteyê xwe yê ji bo armanceke bi vî rengî ya pîroz jiyana xwe ji dest da, bi mînetdarî bibîr tînin. Ji ber mirina mamosteyê me Bîlal Ercan me konsera duyemîn, yanî konsera Kûlû ji bo demeke pêş taloq kirin. Konsera Kûlû wê di meha Sibatê de ji bo bîranîna Bîlal Ercan û destekkirina Kobanê, bi beşdariyeke xurttir pêk bînin."

'SILAV JI LEHENGÊN LI KOBANÊ RE'

Xelîkan bang li her kesî kir ku li pêşberî drama Kobanê û Şengalê bi hestyar bin û got, "Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li hemberî vê neheqiyê derkeve. Em bang li her kesî dikin ku bibe şahidê vê dramê û eger pêwîstî pê hebe bibe dadgerê vê dramê. Em bawer in ku Kobanê wê di demeke kurt de azad bibe û em lehengên ji bo azadiya Kobanê şer dikin bi rêzdarî silav dikin."

'EM LI MALÊN XWE JIYANA REHET DIJÎN, LÊ ZAROKÊN KOBANIYÎ DIQEFILIN'

Ji Însiyatîfa Hunermêdên Kurd ên Anatoliya Navîn Hasan Zelal jî bang li gelê li Anatoliya Navîn kir ku li hemberî vê hovîtiya li Rojava û Şengalê hişyar û hestiyar bin û got, "Em li malên xwe yên ji sobe û kalorîferan bi rehetî radizên, lê li wir gelê me konekî nabîne ku xwe bixe binî. Zarokên me ji sermayê, ji nêza jiyana xwe ji dest didin. Gelê Anatoliya Navîn heta niha gelek alîkarî kir, lê belê pirsgirêk hînê neqediya ye. Çi ji destê kê tê bila bike."