1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji ziman netirsin, Ziman dewlemendî ye!
Ji ziman netirsin, Ziman dewlemendî ye!,ji,ziman,netirsin,ziman,dewlemendî,ye

Ji ziman netirsin, Ziman dewlemendî ye!

A+ A-

Endamên Kurdî-Der'a Amedê li ber avahiya xwe daxuyanî da û serdegirtinên doh ên li gelek bajaran bi awayeke hevdem pêk hatin şermezar kir.

Endamên Kurdî-Dera Amedê ji bo serdegirtinên doh li gelek bajaran pêk hatin şermezar bikin li ber avahiya xwe danî dan çapemeniyê. Rêveberê Kurdî-Derê Hayretîn Altun daxuyanî da û bal kişand ser opersyonên qirkirina siyasî. Altun got; "Di sedsala 21'emîn de rêvebîriyên dewletan li ser hîmên fereseta mafên mirovan û demokrasiyê tên meşandin. Bingeha vê feresetê mafê bîr, bawerî, çand, zimên û rêxistinbûyina civakê ye. Mixabin li Tirkiyê ji destpêka avabûyina Komarê û vir ve fereseta Îttîhat Terakî di meriyetê de ye."

'Dîroka komarê berovajî kirin'

Altun, bibîr xist ku Komara Tirkiyê, ji gel, netewe û çandên cihê pêk tê û wiha axivî: "Komara Tirkiyê ji gelek gel, netewe û çandên cihê pêk tê. ji ziman netirsin. Her zimanek dewletemendiyeke cuda ye. Ev rastiyek e lê ev rastî ji hêla fereseta Îttîhat terakiyê ve hatiye berovajîkirin. Ji bo veşartin û tunekirina van gel, çand û zimanan gelek qirkirinên hovane pêka nîn. Dîroka komarê bûye dîroka îşkence, zilm, sirgûn û qetlîaman. Ji ber berxwedan û îsrara gelbûnê, qirkirinên ziman û çandê jî derketiye asta herî jor.

'Em ê gavên bibiryatir biavêjin'

Altun got: "Em dibêjin ku van hewldanên we yên qirêj û paşverû dê gavekî jî me ji têkoşîna xwedîlêderketina çand û zimanê kurdî û gelên din paşve nebe. Em serdegirtinên doh yên li komeleya xwe û hemû saziyên din, wekî helwesteke faşîzane binav dikin û dibêjin, em ê di xebatên xwe yên pêş de bibiryartir gav biavêjin."

DÎHA

(ak)