Ji çapemeniya Tirk çend bêbextiyên din!
Di encama terora binçavkirinê ya di bin navê “operasyona KCK’ê” de tê meşandin de, duh li Stenbol û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin. Profesor Dr. Buşra Ersanli jî di nav de bi giştî 70 kes hatin binçavkirin. Rojnameya Sabahê Buşra Ersanli bi “Ji KCK’ê re terorîstan xwedî dike” sucdar kir, rojnameya Zamanê jî îdîa kir ku BDP’yiyên hatin binçavkirin sûîqestkirina Erdogan gotûbêj dikirin.
Ji destpêka meha cotmehê ve li Stenbolê 98 kes di bin navê ‘operasyonên KCK’ê’ de hatin girtin. Vê carê jî dor hate Akademiya Siyasî ya BDP’ê. Di encama operasyonên de perwerdekar û şagirtên Akademiyê hatin binçavkirin.
Lêpirsîna BDP’iyiyên di binçavan de berdewam dike. Parêzeran ragihandin ku ew nizanin miwekîlên wan ji ber çi hatine tawanbarkirin. Lê rojnameyên Tirk ên şerxwaz Zaman û Sabahê ji mêj ve BDP’yiyan kirin “terorîst” û îdîanameyên wan amade kirin.
Rojnameya Sabahê jî Endama Meclîsa BDP’ê û Endma Komîsyona Makezagonê ya BDP’ê Buşra Ersanli ya ku bi fermana Serdozgeriya Rayetaybet a Stenbolê hate binçavkirin, bi “Ji KCK’ê re terorîstan xwedî dike” tawanbar kir.
NÛÇEYEK WEKE ÎDDÎANAMEYÊ
Rojnameya Terîqeta Gulen Zamanê jî dîsa xwe gihand dosyaya binçavkirina, a ku parêzerên kesên hatine binçavkirin xwe bigihênin, bi dest xist û BDP’ê bi “Amadekariya şerê navxweyî yê li Tirkiyeyê û sûîqestkirina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan” sucdar kir.
Rojnameya Zamanê BDP’yiyên hatin binçavkirin weke “terorîst” bin av kir û beriya dozgeran biryar û îdîanameya kesên hatine binçavkirin amade kir.
Rojnameyê îdîa kir ku BDP amadekariya şerekî navxweyî yê li Tirkiyeyê dike. Rojnameyê nivîsand ku BDP dixwaze şerê Kurd û Tirkan gurr bike û şerê PKK’ê ji çiyayan bikişîne nava metropolên Tirkiyeyê. Îdîaya herî sosret jî, Akademiyas Siyasî ya BDP’ê bi sûîqestkirina Erdogan tawanbar kir.
LI SÛRIYEYÊ JÎ EVQAS GIRTIN Û BINÇAVKIRIN PÊK NEHATINE!
Di çarçoveya operasyonên ku BDP’ê û rêxistinên sivîl dikin hedef de, di şeş mehan de herî kêm 4500 kes hatine binçavkirin. Di nava vana de şaredar, parêzvanên mafê mirovan û bi sedan hilbijartî jî hene. Di şeş mehan de herî kêm 1600 kes hatin girtin.
ANF NEWS AGENCY